Di wêneyên rêberê gelê Kurd ê nemir, M. Mistefa Barzanî de Xencerek di ber kembera wî de heye. Rêberê nemir yê gelê Kurd M. Mistefa Barzanî bi çi sebebê ew Xencer di ber kembera xwe de digerand ez nizanim, lê berî her tişt M. Mistefa Barzanî pêṣmergeyê gelê xwe bû, bê guman sedemek hebû ku wî ew Xencer hilgirtî bû.
têketin
têketin
Passwordîfreya xwe sax bikin.
Dê şîfreyek bi e-nameyê ji we re were şandin.
Xencer û Ṣûr ê Kurdî
Mazlûm Delî
Di wêneyên rêberê gelê Kurd ê nemir, M. Mistefa Barzanî de Xencerek di ber kembera wî de heye. Rêberê nemir yê gelê Kurd M. Mistefa Barzanî bi çi sebebê ew Xencer di ber kembera xwe de digerand ez nizanim, lê berî her tişt M. Mistefa Barzanî pêṣmergeyê gelê xwe bû, bê guman sedemek hebû ku wî ew Xencer hilgirtî bû.
Lê ew Xencer efsaneya Xencer û Ṣûr ê Kurd tîne bîra min.
Di nav rêzên efsane, çîrok û mîtolojîya Kurdî de gelek caran behsa taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurd tê kirin.
Di vê nivîsê de ez dixwazim behsa taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurd bikim.
Gelo ew taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurd çiye?
Taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurdî ewe; ger tu bi Xencer yan jî bi Ṣûr ê Kurdî yek derbe lê de , ew kes yan heywan ferq nake ê yekcar bimire, lê ger tu du derban lê de ew kes yan heywan namire, birinên wî jî heta dawîya jîyana wî sax nabe. Eger dixwaze bikuje pêwîste tu yek derbe lê de, lê eger dixwaze ku ew nemire û heta dawîya jîyana xwe êṣ bikeṣîne divê du derban lê de.
Li vir ez dixwazim li ser vê mijarê çen mînakan ji çîrok, efsane û mîtolojîya Kurd de bidim.
Lê ji bo ku vê nivîsê zêde dirêj nekim, ez ê tenê beṣên ku bi mijarê ve girêdayî ne binivîsim.
Xortek alîkarîya pîrejinek dike. Em bêjin navê wî xortî Mezlûm e.
Pîrejin jî dixwaze tiṣtekî muhîm bide Mezlûm û jê re dibêje,
– Kurê min, te alîkarîya min kir, ez jî dixwazim du tiṣtan bidim te.
Pîrejin Ṣûrek û du perrên teyre baz dide Mezlûm û jê re dibêje,
– Niha pir baṣ guhdarîya min bike, ew tiṣtên ku ez bêjim pir muhîm in. Ezê ji tera behsa taybetmendiya van tiṣtan bikim. Ew Ṣûr pir taybet e, ger tu bi vî Ṣûr yek derbe lê de ew her çi be ê yekcar bimire, ger tu du derban lê de, ew her çi be namire, lêbelê birînên wî heta dawîya emrê wî jî sax nabin û ê êṣek pir mezin bikeṣîne. Dema ku tu ket nav tengasîye de ew perrên teyrê baz li hev xe û du hespên rewan ê li te xûya bin. Yek jê spî û yek jî reṣ e. Lê tu li hespê spî siwar be, ew ê te bibe cihên ku qencî lê heye. Ger tu li hespê reṣ siwar be, ewê te bibe cihên ku xerabî lê heye.
Rojek serê Mezlûm dikefe tengasîye de û Ṣûr û du perrên teyrê baz tê bîra wî. Ji paṣila xwe her du perrên teyrê baz derdixîne û wek pîrejin got dike. Du hesp le xûya dibin lê Mezlûm bi xeletî li hespê reṣ siwar dibe.
Ew demek dûr û dirêje bi rê diçin û dema êvarê re digihîjin gundekî. Mezlûm li mala pîrejinek dibe mêvan, pîrejin xwarin dide Mezlûm, lê av nîne. Mezlûm ji pîrejin av dixwaze, pîrejin jî di tasek de mîz dike û dide Mezlûm, lê Mezlûm pê dihese ku ew av nîne. Êdî pîrejin meseleya wî gundî ji Mezlûm re wisa dibêje.
– Kurê min, qusura min efû ke, li vî gundî tenê çavkanîyek heye, ejderheyek di çavkanîyê de ye. Ejderha her meng keçikek dixwe. Heta ejderha keçikê bixwe em jî ava xwe werdigrin. Sibe dora kêça paṣayê gunde û keçik jî naxwaze here cem ejderha. Em nizanin çi bikin.
Mezlûm ji pîrejin re dibêje,
– Here ji keçikê re bêje bila meraq neke, ez ê sibe li gel wê biçim û ejderha bikujim.
Mezlûm serê sibe zûtirîn kat radibe, Ṣûrê xwe li ber dike û diçe cem keçikê, hemû gundî pêk ve diçin ser çavkanîyê. Mezlûm li pêṣ keçikê ye û ejderha îqna dike ku serê xwe hinek dirêj ke da ku keçikê bikare bixwe.
Çawa ejderha serê xwe dirêj dike, Mezlûm radihêje Ṣûrê xwe derbeyek li ejderha dide û dikuje.
Min disa di çend çîrokên din de jî ew taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurd bihîstîye.
Bi kurtî, qesî ku min ji çîrokên Kurd fêm kiriyê, ew kesên ku bi Xencer û Ṣûr ê Kurd birîndar dibe, yan dimire yan jî birînên wî heta dawîya jîyana wî sax nabe. Taybetmendiya Xencer û Ṣûr ê Kurd di nav çirokan de wisa ye.
Niha ez dixwazim li vir pirsgirêke ji we bikim.
Gelo, li ser milên Dehhaq du Mar hebûn yan du birînên ku sax nabin û pir bi êṣ hebûn ku ji aliyê Harûn ve bi Xencer a Kurd hatibûn lê dan û Loqman hekîman jî pêṣnîyar kirîbûn ku mêjûya du kesan wek derman lê bidin da ku birîn zêde êṣ nekin.
Komkar.eu
341 Hemî Peyam