Dewletên dagîrker ne tenê welatê me dagîr kirine, wan hemu nirxên netewî yên Kurd jî ji holê rakirine . Yek ji xebata Komkarê ya herî girîng jî ew bû ku Kurd xwedî li nirxên xwe yên netewî derkevin. Komkarê ji bo ku alaya Kurdistanê di nav gelê Kurd da bê naskirin û xwedî li alaya xwe derkeve xebatek hêja meşand. Ji ber wê jî alaya Kurdistanê çap kir û di nav gelê Kurd da belav kir. Wê demê hin partî û rêxistinên Kurdistanê ji alaya Kurdistanê re digotin alaya Komkarê. Piştra partî û rêxistinên din ên Kurd desttpêkirin alaya Kurdistanê çap kirin û di nav gel da belav kirin.
Bekir Topgider
Beşa 3.emîn
Dewletên dagîrker ne tenê welatê me dagîr kirine, wan hemu nirxên netewî yên Kurd jî ji holê rakirine . Yek ji xebata Komkarê ya herî girîng jî ew bû ku Kurd xwedî li nirxên xwe yên netewî derkevin. Komkarê ji bo ku alaya Kurdistanê di nav gelê Kurd da bê naskirin û xwedî li alaya xwe derkeve xebatek hêja meşand. Ji ber wê jî alaya Kurdistanê çap kir û di nav gelê Kurd da belav kir. Wê demê hin partî û rêxistinên Kurdistanê ji alaya Kurdistanê re digotin alaya Komkarê. Piştra partî û rêxistinên din ên Kurd desttpêkirin alaya Kurdistanê çap kirin û di nav gel da belav kirin.
Mixabin ji bo ku dagirkerên Kurdistanê hemu tiştên Kurdistanê qedexe kirine em Kurd navdar û rewşenbîrên xwe jî nas nakin. Ji bo ku Kurd Ehmedê Xanê, Feqîye Teyran, Melayê Cizîrê û wd. Nas bikin Komkarê pirtûkên wan navdaran û rewşenbîran çap kir û belav kir. Komkarê di 300 salîya Memo Zîn de konferansek mezin li Almanya bajarê Meckenheimê li dar xist. Li seranserê dinyayê nivîskar û zanayên Kurd beşdarî wê konferansê bûn. Nivîskarê Kurd yê naskirî M.Emin Bozarslan, dîroknas û nivîskar Şakiroyê Xido Mihoyî, Prof.Resu, nivîskar Munzur Çem, nivîskar Sabah Kara di wê konferansê da wek axêver bûn. Wê konferansê du rojan dom kir û piştî konferansê Komkarê ew belgeyên konferansê û axavtinên konferansê wek pirtuk çap kir û belav kir.
Ji alîyê din Komkarê ji bo ku xizneta çand, huner û nasandina dîroka Kurdistanê kirine nivîskar û hunermendên Kurdistanê xelat kir. Ji wan yê ku tê bîra min M.Emîn Bozarslan, Dr.Eskerê Boyik, Husên Hebeş, Munzur Çem, Mehmet Bayrak, Malmisanîj, Şivan Perwer, Haşîm Saydan û gelekên ku niha navê wan nayê bîra min. Ji bo ku berhemên wan nivîskar û rewşenbîran bên nasandin Komkarê bi sedan konferans û cîvînên cûr be cûr li dar xist. Di wan civînan da beşdaran tarîxa xwe û rewşenbîrên xwe nas kir.
Di tekoşîn û dîroka Kurdistanê da rojên pîroz hene. Ji wan yek jî Cejna Newrozê ye. Komkarê ji bo ku Kurd cejna xwe ya netewî nas bikin û xwedî lê derkevin, xebatek hêja meşand. Her sal li gelek bajarên Almanyayê Newroz bi girseyî li dar xist. Wek Koln, Munchen, Hamburg,Wuppertal, Duisburg, Berlin, Stuttgart, Bremen û Mannheîme, bi hezaran Kurd beşdarî Cejna Newrozê bûn. Îro jî ew xebat berdewam in. Bi kurtî ji 45 salî zêdetire ku Komkar li Almanya û welatên Ewropayê Cejna Newrozê pîroz dike. Bi pîrozkirina Cejna Newrozan ji bo hişyarbûna netewî û welatparêzî xizmetek geş û xweş hat kirin.
Dewletên dagîrker navên Kurdî jî qedexe kirin. Ew ne tenê li welat û Tirkîyê, li dervayî welêt jî qedexekirina navên Kurdî meşandin. Malbatên Kurd wexta zarokên wan dihatin dinê û dixwestin nasnama wan derxînin, ji mecbûrî diçûn konsolosan ku navên zarokên xwe qeyd bikin û nasnameyê ji wan ra derxînin. Konsolasan digotin navê ku hûn dixwazin bidin zarokên di lîsta me da nine û qeyda wan û nasname nedidan malbatên Kurd. Wê yekê astengîyek mezin derdixist pêşîya malbatan.
Komkarê ji bo ku malbatên Kurd navên Kurdî bidin zaroken xwe tekoşîn û xebatek baş meşand û piştra ji Daîreya Nifûsa Alman ya Eyalatan ra name hat şandin û pirtûka navên Kurdi çap kir. Wexta ew xebat hat meşandin, piştî demek dirêj konsolosên Tirkan mecbûr man navên Kurdî qebûl bikin. Eger îro bi hezaran navên Kurdî li zarokên Kurd hene, di vê destkeftê da xebat û tekoşîna Komkarê pir e û girîng e.
Dumahîk heye…