Di beşa 1. da min nivisîbû ku xebata Komkarê li ser du beşên girîng dihat meşandin. Ji wan yek piştgirîya tevgera azadîxaz a Kurd ya hemû beşên Kurdistanê bû. Her çiqas Kurdên ku li dîyasporayê dijîn ji welêt dûr bin jî, erkekî wan yê girîng heye ku piştgirîya tevgera azadîxaza Kurdistanê bikin.
Bekir Topgider
Beşa 2
Di beşa 1. da min nivisîbû ku xebata Komkarê li ser du beşên girîng dihat meşandin. Ji wan yek piştgirîya tevgera azadîxaz a Kurd ya hemû beşên Kurdistanê bû. Her çiqas Kurdên ku li dîyasporayê dijîn ji welêt dûr bin jî, erkekî wan yê girîng heye ku piştgirîya tevgera azadîxaza Kurdistanê bikin. Waletê me Kurdistan di bin dagîrkerîyê da ye û hemû heqên me yên netewî hatine qedexekirin û li ser gelê me zilm û zordarîyek mezin heye. Ji ber wê jî erkekî mezin dikeve ser milê rêxistina Komkarê. Ew erk îro jî heye û divê rêxistinên dîyasporaya Kurd ne tenê ji bo pirs û pirsgirêka Kurdên diyasporayê xebatê bike. Yek ji xebata wê ya herî girîng jî piştgirîya tevgera azadîxaza hemû beşên Kurdistanê ye.
Wek tê zanîn di 12ê Îlonê 1980 da li Tirkîyê darbeya leşkerî çêbû. Bi hezaran Kurdên welatparêz hatin girtin û ew avêtin zîndanan. Komkarê ji bo ku zilm û zordarîyên darbeya leşkerî yên ku li ser welatparêzan û li ser gelê Kurd tê meşandin bi raya giştî ya dinyayê ra eşkere bike dest bi çalakîyên cûr bi cûr kir. Ji wan çalakîyan ya herî girîng û dengveda greva birçîbûnê bû. Ew greva birçîbûnê di sala 1981 da li bajarê Frankfûrtê hat lidarxistin. 23 endam û alîgirên Komkarê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê 41 rojî berdewam kir. Ji bo piştgirîya wê çalakîya birçîbûnê li gelek bajarên Almanya grev hatin çêkirin. Greva birçîbûne gelek deng da, televîzyona Alman ya herî mezin ZDF nûçe li ser greva birçîbûnê û li ser Kurdan weşand. Heyetekê ji greva birçîbûnê raportek li ser rewşa Kurdan amade kiri û ew raport birin Strazbûrgê dan berpirsên Konseya Ewrûpayê. Her roj partî û rêxistinên Kurd û Tirk ji bo piştgirîya greva birçîbûnê dihatin serdana çalakîyê. Ew çalakî û xebata ji bo hişyarbuna Kurdan jî tesîrîkî baş kir.
Endam û alîgirên Komkarê ji bakurê Kurdistanê be jî, Komkarê ji bo hemu beşên welat xebat û çalakîyen gelik grîng meşand û îro jî dimeşîne.
Saddamê dîktator û xwînmij di roja 16ê Adarê 1988an da li dijî Kurdên navça Halepçê çekên kîmyayî bi kar anî. Di wê êrîşa kimyayî da ji 5 hezarî zêdetir Kurdên sivîl jîyana xwe ji dest dan û 7 hezar Kurd jî bi giranî birîndar bûn. Wexta ew nûçe hat belavkirin û hat bihîstin, Rêvebirîya Giştî ya Komakrê civînek taybet pêk anî û dest bi xebat û çalakîyan kir. Rêvebirîya Komkarê biryar girt ku li wan bajarên komel û komikên Komkarê lê hene, li nav bajaran dest bi çalakîyan bikin. Belavok hat derxisin û ji hemu komel û komikan ra hat şandin. Bi mehan wan çalakîyan li gelek bajaran berdewam kir. Bi kombaran pere ji bo mexdûrên Helepçe hat komkirin û ew pere hat şandin.
Rejîma dagirker a Îranê, li hember Kurdên rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî li dijî Partîya Demokrata Kurdistana Îranê sîyasetek qirêj û tunekirinê dimeşîne. Wek tê zanîn rejîma xwînxar û kevneperest a Îranê di sala 1989an da li paytexta Avusturya Vîyanayê sekreterê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Dr Abdurahman Qasemlo û di sala 1992an da jî sekreterê PDK Îran Dr. Şerefkendî, berpirsê Europa Fettah Abdulî, berpirsê Almanya Humeyn Erdelan li Berlînê di restoranda Mikonos de bi destên sîxurên xwe qetilkirin û ew şehîd kirin. Komkarê li hember terora dewleta Îranê û qetilkirina rêberên rojhilatê Kurdistanê xebatek berbiçav meşand. Piştgirîyek xurt da PDK/Îran.
Saddamê dîktator di sala 1991ê da êrîşek mezin li hember başûrê Kurdistanê pêk anî. Ji ber wê êrîşa hovane bi sedhezaran Kurd ji başûrê Kurdistanê ber bi Tirkîyê va çûn. Tirkîyê berê nexwest ku Kurd ji sînor derbas bibin û bên bakurê Kurdistanê. Komkarê ji alîkî va ji bo ku Tirkîye naxwaze Kurd ji sînor derbas raya giştî ya dinyayê agahdar kir û piştgirîya cîhanê ji bo gelê Kurd xwest. Ji alîyê din kampanya alîkarîya maddî ji bo mexdûran vekir. Perê ku kom bûn ji maxduran re şand.Komkarê ji bo wê li bajarê Bonn ê li ber derîyê Yekîtîya Netewan greva birçîbûnê pêk anî. Ew çalakîya greva birçîbûnê di hemû qanalên TV yên Almanan de wek nûçe hat nîşandan.
Komakrê ji bo rojavayê Kurdistanê çalakî li dar xist û xebat kir. Ji bo serhildana Qamişlo û deverên din xebat û piştgirîyek xurd meşand. Komkarê tu caran di navbera beşên Kurdistanê de cudakarî nekir. Çi ji destê wê hat ji bo hemû beşên Kurdistanê kir û xebitî.
Dumahîk heye….