Siyasetvan û welatperwer ê Kurd ê naskirî, serokê şaradarîya Çevlîgê ya berê Said Aymaz roja 16 Adarê 2024´an de ji ber nexweşîya giran li Almanya li bajarê Kolnê koça dawî kiribû.
Siyasetvan û welatperwer ê Kurd ê naskirî, serokê şaradarîya Çevlîgê ya berê Said Aymaz roja 16 Adarê 2024´an de ji ber nexweşîya giran li Almanya li bajarê Kolnê koça dawî kiribû.
Îro 23 adarê 2024´an de li bajarê Köln a Almanya´yê merasîma xatir xwestinê hat li darxistin.
Di merasîma xatir xwestinê de bi zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî li ser jîyana Sait Aymaz axaftin hatin kirin. Piştî merasimê, Saîd Aymaz li goristana Kölnê bi axê hat spartin.
Gelek partiyê siyasî û rêxistinên demokratîk yên Kurdistanî beşdarî merasîma bi ax spartina Saîd Aymaz bûn û xema malbata wî parve kirin. Li ser navê PSK û Komkarê jî heyetek beşdarî merasîmê bû û ji malbata Aymaz re sersaxî xwestin.
Ruhê wî şad be, serê malbat û hezkirîyên wî sax be.