Endamê Rêvebirîya Giştî yê Komkarê M.Etdoger û heyeta yekîneya Komkar Leer, bi Parlamentera SPD a Parlamentoya Federal a Leerê Anja Troff –Schaffarzy re hevdîtin kir.
Wefta KOMKAR-Leer´ê bi Parlamentera SPD´ê ya Leerê, Anja Troff –Schaffarzy re hevdîtin pêkanî
Endamê Rêvebirîya Giştî yê Komkarê M.Etdoger û heyeta yekîneya Komkar Leer, bi Parlamentera SPD a Parlamentoya Federal a Leerê Anja Troff –Schaffarzy re hevdîtin kir.
Roja Sêşemê 04.02.2025 endamê Rêvebirîya Giştî yê Komkarê M.Etdöger û şandeya pê re li avahîya SPD Leer´ê bi wekîla federal a Leerê xanim Anja Troff-Schaffarzy re civîyan. Di civînê de hilbijartinên Parlementoya Federal, ku di 23´ê Sibata 2025´an de tên lidarxistin, pirsgirêkên Kurdên li Almanyayê û herwiha pirsgirêkên Kurd û komên olî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Xanim Anja Troff-Schaffarzy diyar kir ku ew Kurdan ji nêz ve nas dike û gotûbêjên ku hatine kirin wê ji kes û dezgehên rayedar ên partiyê re bên ragihandin. Anja Troff-Schaffarzy pêşniyaz kir ku divê civînên wisa bêhtir bên kirin.
Hevdîtin bi qasî saetekê dewam kir. Parlamentera rêzdar pêşniyaz kir ku di rojên pêş de civînek girseyî û berfireh bê lidarxistin û pirsgirêkên heyî bi berfirehî bên nîqaşkirin.