Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Termê Siyasetmedarê Kurd Veysî Zeydanlioglu li Stockholmê Hate Veşartin

Termê Siyasetmedarê Kurd Veysî Zeydanlioglu li Stockholmê, ji aliyê malbata wî, dost û hevalên wî ve hate veşartin. Di merasîma wî de li ser daxwaz wî, siyastmedar rêzdar Îkram Delen û kurê wî Baran Zeydanlioglu bi kurtî li ser jiyan û kesayetiya wî axaftinek pêşkeş kir.  

Mixabin gelê kurd ewladek xwe yê welatparêz û têkoşerkek doza Azadiya Kurdistanê, hêja Veysî Zeydanlioglu wenda kir.

Kekê Veysî, xwedî jiyanek pir li xebat û tekoşînê ve bû. Ewî di salên 1975–1977´an de di nav refên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK´ê de cîh girtibû û xwediyê xebatek wetedar bû.

Piştî darbeya eskerî ya 1980´an ew naçar dimîne wekî gelek siyasetmedarên kurd tê Ewropayê û li Swêdê bi cîh dibe.

Heyf û mixabin ku di roja 28´ê Gulan 2024´an de, ji ber nexweşîya xwe xatir ji hezkiriyên xwe xwest.

Em wî her tim bi xebat û xizmetên wî yên hêja bo gelê kurd kiriye bibîr bînim. Ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be. Bila serê malbat û hemû heskiriyên wî sax be. Sebir û silametiyê bo malbata wî dixwazin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin