Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Seyid Riza û HevalênWî Her Dem di Tekoşîna Azadîxwaza Gelê Kurd da Dijîn

Serokê berxwedana gelê Kurd li Dersimê Seyid Riza û hevalên wî di 15 Cirîya Paşîn a 1937an da bi fermena Serokkomarê Tirkîyê Mustafa Kamal li bajarê Xarpêtê qada genim hatin dardakirin.

Serokê berxwedana gelê Kurd li Dersimê Seyid Riza û hevalên wî di 15 Cirîya Paşîn a 1937an da bi fermena Serokkomarê Tirkîyê Mustafa Kamal li bajarê Xarpêtê qada genim hatin dardakirin. Di ser dardakirina Seyid Riza û hevalên wî re 87 sal derbas bûn. Ew bûyer di dîroka gelê Kurd da cîhekî girîng digire. Di ser îdamkirina Seyid Riza û hevalên wî re ewqas sal derbas bûn lê hê jî cîyê gorên wan qehremanên Kurd ne diyar in û kes nizanin li kuderê ne.

Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistan-Komkar Almanya di 87 salîya îdamkirina Seyid Riza û hevalên wî û hemû şehîden Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ruhê wan şad, cîyê wan bihuşt be.Ewê di tekoşîna gelê me da herdem bijîn.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin