Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Sêx Saîd û Seyîd Riza

Min di nivîsa xwe ya berê de li ser Pêşewa Qazî Mihemmed, Dr.Abdurrahman Qasemlo û Dr.Saîd Şerefkendî nivîsî bû. Ew sê serok û reberên Kurd bi destê dewleta Îranê hatin şehîdkirin. Di vê nivîsê da ji dixwazim li ser dardakirina Sêx Saîd û Seyîd Riza, li ser serhildana Dersimê û serhildana 1925 bisekinim û binivîsînim.

Bekir Topgider

Min di nivîsa xwe ya berê de li ser Pêşewa Qazî Mihemmed, Dr.Abdurrahman Qasemlo û Dr.Saîd Şerefkendî nivîsî bû. Ew sê serok û reberên Kurd bi destê dewleta Îranê hatin şehîdkirin. Di vê nivîsê da ji dixwazim li ser dardakirina Sêx Saîd û Seyîd Riza, li ser serhildana Dersimê û serhildana 1925 bisekinim û binivîsînim.

Di diroka gelê Kurd da hin bûyer hene ku gelê me û nivşê nû wan bûyeran kêm dizanin yan jî qet nizanin. Ji wan yek serhildana 1925 e. Ya din jî berxwedan û serhildana 1937/38 e ku jê ra dibên serhildana Dersimê.

Dewleta dakîrker a Tirk serokê herdu serhildanan Şex Saîd û Seyîd Riza dardakirin. Ev herdu serokên gelê Kurd bi destê dewleta Tirk hatine dardakirin û gora herdu serokên Kurd hê jî  ne diyar in ku li kuderê ne.

Dewleta Tirk di derheqa wan herdu sehildanan de li gora xwe dîtinek resmî çêkirine û li gor wê dîtina resmî gelê Kurd û Turk manîpulê kiriye û xapandiye û hê jî dixapîne.

Lê rastî ne wek ku dewleta Tirk dibêje. Ew herdu serhildan jî ji bo azadîya millet Kurd û ji bo avakirina dewletek serbixwe ye. Mixabin îro jî ne tenê Tirk, gelek Kurd jî dîtina dewleta Tirk a resmî diparêzin û li dijî nirxên xwe, li dijî serhildanan derdikevin.

Şêx Said û 46 lehengê serhildanê di 28–29 hêzîrana 1925 da li Amedê hatin dardakirin.

Di ser serhildana Şex Saîd a 1925an re 99 derbas bûye û hê jî dewleta Tirk di derheqa gora Şêx Saîd û 46 leheng û mêrxasên serhildanê de bêdeng e û  cîyê gorên wan aşkere nake.

Seyîd Riza jî serokê serhildan û berxwedana 1937/38 a li Dersimê bu û Seyîd Riza û hevalên xwe di 15.11.1937 da li Xarpêtê li meydana genim bi destê dewleta Tirk hatin dardakirin. Gora Seyîd Riza û hevalên wî jî ne diyar e ku li kuderê ne.

Pir aşkere ye ku ew herdu serok û rêberên Kurd Sêx Saîd û Seyîd Riza û hevalên xwe ji bo heq û hiqûqê milletê Kurd û ji bo avakirina dewletek serbixwe canê xwe ji dest dane û ketine nav karwanê şehîdan.

Mixabin nivşê nû û hinek Kurd di derbarê wan herdu serok û rêberên Kurd di derbarê û serhildanan de ne xwedîyê agahdarîyek berfireh in.

Divê em Kurd bi giştî dîroka xwe û bi taybet jî dîroka serhildanên Kurd û serokên serhildanan baş bizanin, wan û dîroka wan baş nas bikin. Eger em dîroka xwe baş nizanibin emê nikaribin pêşeroja xwe baş binexşînin.

Ne tenê Bakurê Kurdistanê, divê em bûyer û serhildanên beşên din yên Kurdistanê jî baş bizanin.

Waxta meriv mêzeyî dîroka gelê Kurd dike, dibînin ku bi sedan serok û mêrxasên Kurd ji bo ku Kurd bibin xwedî dewlet bi destên dagîrkeran hatine îdamkirin û cangorî bûne. Bi kurtî dîroka Kurdan bi xwînê hatiye nivîsandin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin