Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Serokê PSKê Bozyel Serdana FKKSê li Swêd kir

Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel di çarçoveya zîyaretên xweyên li Swêdê da roja 14.09.2024an da serdana Federasyona Komeleyên Kurdîstanî li Swêd (FKKS) kir.

Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel di çarçoveya zîyaretên xweyên li Swêdê da roja 14.09.2024an da serdana Federasyona Komeleyên Kurdîstanî li Swêd (FKKS) kir.

Şanda PSKê ku Cîgirê Serok Selva Baksi, Endamê Meclisa Partîyê Sevgi Yildiz, endamên PSKê Şukru Demir û Kovan Amedî pêkhatibû ji alîyê Serokê FKKSê Berzan Koçkaya, Serokê Navenda Revenda Kutdstanî li Swêd û endamên Komîta Kargerên Federasyonê ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê da Serokê PSKê Bozyel jibo pêşwazîyê spasîya Federasyonê kir. Paşê jî behsa rewşa Kurdistanê kir û sîyaseta PSKê ya derbarê hevkarîya hêzên Kurdistanî eşkere kir. Bozyel gringîya xebatên dîplomasîyê û rola dîyasporayê anî ziman.

Serokê FKKSê Berzan Koçkaya jî jibo zîyareta Serokê PSKênkêfxweşîya xwe anî ziman û derbarê xebatên Federasyonê mêvanan agahdar kir.

Di ziyaretê da rêvebirên Federasyonê derbarê rewşa welat pirsên xwe kirin. Bozyel jî bersîvên pirsan da û spasîya rêvebirin FKKSê kir.

Hevdîtin di atmosferekê germ û dostane da derbas bû.

Dure jî Serokê PSKê Bozyel û heyeta PSKê Komîteya Hevkarîya Sîyasîyên Kurdistanê li Swêd ra civîya. Di hevdîtinê da herdû alîyan derbarê rewşa Kurdistanê bîrûrayên xwe bi hev ra parvekirin û bal kişandin li ser yekîtîya mala Kurd û pêkanîna stratejîyekê Kurdistanî.

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin