Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel tevî heyeta xwe ya ji Selva Baksî Cîgira Serokê Giştî yê PSK’ê û endamên partîyê Kovan Amedî û Sukrî Demir pêk dihat, îro ji aliyê partiyên Swêdî, Partîya Lîberal û Partiya Çep ve hatin pêşwazîkirin.
Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel tevî heyeta xwe ya ji Selva Baksî Cîgira Serokê Giştî yê PSK’ê û endamên partîyê Kovan Amedî û Sukrî Demir pêk dihat, îro ji aliyê partiyên Swêdî, Partîya Lîberal û Partiya Çep ve hatin pêşwazîkirin.
Håkan Svenneling, berdevkê siyaseta derve ya Partiya Çep, ligel Lotta Johnsson Fornarve, Berdevka Alîkariya Navdewletî û SRHR û Yekbûn Alp, endama desteya partiyê, pêşwazî li rêzdar Bozyel ligel şanda wî li avahiya Partiya Çep a Riksdagê (Parlamentoya Swêd) kirin.
Birêz Bozyel di gotara xwe de rewşa siyasî û aborî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê parve kir. Bozyel bi taybetî bal kişand ser rêwîtiya ku Tirkiye ji sala 2013’an û vir ve dest pê kiriye ku enflasyoneke aborî a dîrokî bi xwe re aniye, bi paş gavavêtina demokrasiya Tirk, bi hezaran muxalîfên ku hatine girtin û bi sedhezaran muxalif ku hatine bincavgirtin û ji cihê kar hatine derxistin û hejmarek zêde ciwan ku daxwaza koçê ya Ewropa û USA dikin.
Bozyel di dewama peyva xwe diyar kir ku weke çareseriyek ji bo berevajîkirina spiralên neyînî ya li Tirkiyeyê, ew dibîne ku divê Tirkiye dev ji înkarkirina Kurdan berde da ku hem ji bo aboriyê, hem jî ji bo vekirina qada siyasî û demokratîkbûna welat bandorên sînerjîkî yên rasterast çêbibe. Di heman demê de ji nû ve avakirina têkiliyên dîplomatîk bi cîhana derve re. Çareseriya ciddî ya pirsa Kurd dê bibe sedem ku Tirkiye hem di warê navxweyî û hem jî di warê têkiliyên derve de geştir bibe.
Endam û nûnerên Partiya Çep analîzên birêz Bozyel piştrast kirin û tecrubeyên xwe yên çavdêrîya hilbijartinên Tirkiyeyê parve kirin. Bi taybetî bal kişandin ku ew bi xwe ji aliyê polîs û leşkerên Tirkiye ve hatine tacîzkirin û destûr nedane ku rola xwe ya çavdêriyê pêk bînin.
Paşê rêzdar Bozyel û şandeya pê re li ser navê Partîya Lîberal, serokê komîteya perwerdeyê ya parlementoya Swêd, Fredrik Malm û berdevkê derve welat yê Lîberalan Joar Forsell hatin pêşwazîkirin.
Malm bi berfirehî behsa helwesta Swêd û Ewropayê ya li hember Tirkiyê kir û tekezî li ser dema berî, dema pêvajoya endamtiya Swêdê û niha ya piştî endamtiya Swêdê ya NATOyê kir.
Malm di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di van 30 salên dawî de helwesta Tirkan wisa bû ku di salên 80’î de îdia dikirin ku Kurd tune ye, piştre jî di salên 90’î de li xwe mikur hatin ku Kurd hene lê zimanê Kurdî nîne. Di salên 00an de zimanê kurdî û kurd wek etnîsîte hat naskirin lê digotin Kurdistan tune bû. Di salên 2010’an de Kurdistan jî hat naskirin, lê digotin Kurdistan li cihekî dine. Malm bi vê hevokê xwest destnîşan bike ku wê dewleta Tirk di salên 2020’an neçar bimîne çi qebûl bike?
Bozyel spasiya Malm, Forsell û Lîberalan kir ku bi salan e ji bo pirsgirêka Kurd pabend bûne û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi berdewamî û domdar pêwîstiya piştevaniya dostên li Swêd û Ewropayê heye. Bozyel diyar kir ku cîhana Rojava di pirsa kurd de hin gavan paşve avêtine, lê girînge Ewropa û cîhana Rojava ji ber hesabên stratejîk yên piştî serdema Erdogan zextên ana li ser Tirkiye û Erdogan zêde bikin. Siyasetmedarên pêşeng ên siberoja Tirkiyeyê dema dixwazin rêgezeke nû ya Tirkiyeyê pêk bînin divê zextên dostên Kurd û Ewropayê bercav bigrin. Ev jî hesabên rastiya ku azadîya nasname, rêxistinbûn, pêşketina ziman û çanda kurda hem ji bo kurdan hem jî ji bo tirkan wateya hêzkirina bakûrê Kurdistan û Tirkiyeye.
Hevdîtina bi Partîya Lîberalan re û her wiha bi Partiya Çep re bi atmosferek dostane û bi daxwazên hevpar ên berdewamkirina têkiliyan bi dawî bû.