Di 29.10.2023an de bi moderatîya Dr. Îbrahîm Mahmûd semînerek li ser berhem û jiyana lîztikvan û derhênerê Kurd Yilmaz Guney pêk hat.
Li lokala Komkar Koln ê çêbû û gelek hezkirîyên Yilmaz Guney beşdarî semînerê bûn.
Dr. Îbrahîm Mahmûd ê ku doktora xwe li ser jiyan û berhemên Yilmaz Guney çêkiriye, behsa serpêhatîyên xwe, berhemên Yilmaz Guney, behsa derhênerî û sînemaya Guney kir û anî zimên ku Guney di fîlmên xwe de bi piranî jiyan û rewşa ku Kurd tê de dijîn raber kiriye û evê yekê di hişyarbûna civaka Kurd de rolek erênî lîztiye.
Dr. Îbrahîm Mahmûd herweha got ku Yilmaz Guney jib o Kurdan nirxekî mezin e û dive Kurd li hemû nirx û hêjayîyên xwe xwedî derkevin.