Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Rojbûna Mamoste M. Emin Bozarslan Hat Pîrozkirin

Ji Kurdistanê, serokê Partiya Sosyalîst a kurdistan PSK´ê Bayram Bozyel, Cîgirê serok Selva Baksî, kadroyê PSK´ê Mustafa Kizilkaya, her wisa   Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil û Sekreterê Ravend Kovan Amedî, Keça Mamoste Bozarslan Sureya û hevjîna wê 90 saliya Mamosteyê hêja M.Emîn Bozarslan Pîroz kirin.

Îro roja 13.09.2024´an de li Swêd li bajarê Uppsalayê 90 saliya mamoste M. Emîn Bozarlan hat pîrozkirin.

Ji Kurdistanê, serokê Partiya Sosyalîst a kurdistan PSK´ê Bayram Bozyel, Cîgirê serok Selva Baksî, kadroyê PSK´ê Mustafa Kizilkaya, her wisa   Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil û Sekreterê Ravend Kovan Amedî, Keça Mamoste Bozarslan Sureya û hevjîna wê 90 saliya Mamosteyê hêja M.Emîn Bozarslan Pîroz kirin.

Mamoste ji organîzasyonek weha ne haydar bû. Kovan Amedî û keça wî Sureya Xan wek surprîzek amadekariya pîrozkirina roja ji dayikbûna mamoste kiribû.

Kovan Amedî sebeba hevdîtinê ji Mamoste re got û ji ber ked û xizmeta mamoste spasiya wî kir. Dûra serokê PSK´ê Bayram Bozyel li ser navê weşanxaneya DENG´ê plaketek wek spasdarî pêşkeşî mamoste Bozarlan kir û ji bo kar û xebatên mamoste usa got: ” Ji bo xebata we ya çand û zimanê kurdî spasdarin, we bi xebatê xwe bi civata Kurd re şoreşek çê kir. Bi hezaran ciwanên kurd di riya ku cenabê te vekiriye fêrî ziman û edebîyata kurdî bû û îro li ser wê bingehê bo ziman û çanda kurdî xebatê dimeşînin. Ji cenabê te re temenek dirê û jiyanek xweş û bextewar dixwazim.”

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil jî spasiya Mamoste kir û li ser grîngîya zimanê kurdî sekinî mizgîna projeya Ravendê da mamoste ku li ser daxwaza Revendê Hukumeta Herema Kurdistanê 20 mamoste terxan kirîye ji bo perwerdeya zimanê kurdî bi dîgîtal.

Cîgirê serokê PSK´ê Selva Baksî jî qevdek gul pêşkeşî mamoste kir û temenek dirêj ji bo mamoste xwest.

Mamoste Bozarslan jî kêfxweşîya xwe ji bo hemû beşdaran nîşan da û dilxweşîya xwe ji bo xebatên weşanxaneya DENG´anî ziman. Hevdîtinê di atmosferek germ û bi sohbetek xweş dom kir.

13.09.2024

Buroya Çapemenîyê a PSKê

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin