Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Roboskî Birînek Kûr e Di Dilê Kurdan Da!

Di 28´ê Çileya pêşîn a sala 2011`an de li Bakurê Kurdistanê Gundê Roboskî ser bi nehiya Uludereyê ji aliyê hêzên esmanî ya Tirkiye ve bi firokên şer F-16´an 38 gundiyên kolber (tevî 50 qatirên xwe ketin ber bombaranê. Ji 38 kesan 17 wan zarok bûn û tenê 4 kes bi birîndarî xelas bûm.

 

Kovan Amedî

Di 28´ê Çileya pêşîn a sala 2011`an de li Bakurê Kurdistanê Gundê Roboskî ser bi nehiya Uludereyê ji aliyê hêzên esmanî ya Tirkiye ve bi firokên şer F-16´an 38 gundiyên kolber (tevî 50 qatirên xwe ketin ber bombaranê. Ji 38 kesan 17 wan zarok bûn û tenê 4 kes bi birîndarî xelas bûm.

Kolber ji Gundê Roboskî û Bejuhê bûn ku dikeve nav sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê. Xelkê wan gundana debareyên xwe bi kolberiyê dikin. Leşkerên Tirk ji vê yekê jî agahdarbûn. Pir caran bacê ji wan distendin. Loma di rewşên weha da gundiyan agahdar dikirin ku wê rojê Kolberiyê nekin, wê li operasyonên leşkerî li deverê pêk bê.

Lê di roja 28.12.2011´an da ewirên reş li ser Roboskiyê girt û esman tarî bû, di newala Roboskiyê da 38 gundiyên sivîl hatin bombebaran kirin, 38 can ketin ber erîşên esmanî ya Tirkiyê. Di wê erîşê da 34 kes jiyanên xwe ji dest dan 4 kes jî mirî xelas bûn.

Hukumeta AKP´ê qetliyama Roboskiyê wek bûyerek tesadufî wek qezayek nîşan da. Xwedê giravî gundiyan şibandine Gerîlayan. Lê wezîrê wê demê Naîm Şahîn, li xwe mukur hatibû û gotibû: ”Gundiyên hatinên kuştin hevalbendên gerîlayan bûn, sucê wan e ku hatinin kuştin”.

Li ser vê pirsê, di meclîsa Tirkiyê da lijneyek bo lêkolînê li ser Roboskiyê hatibû pêkanîn. Lê rapora lêkolînên li ser qetliyama Roboskiyê bo raya giştî nehat eşkere kirin û wek sirrê dewletê veşartin û serê wî hate girtin.

Baş tê zanîn ku kesên hatin kuştin xelkê sivîl bûn û haya leşkerên Tirk ji wan hebû. Bi helvestek şovenî ku wezîrê wê demê Naîm Şahîn, li xwe mukur hatibû û gotibû: ”Gundiyên hatinên kuştin hevalbendên gerîlayan bûn, sucê wan e ku hatinin kuştin”. Ango desthilatdarên Tirkiyê kurd dikarin bibin hertişt lêmafê wan tine bibin Kurd!

Belê qurbaniyên Roboskiyê tenê ”sûcek” wan hebû ew jî Kurd bûn û qetliyam jî bi zaniyarî hate kirin.

Piştî ku dewleta tirkiyê riyên huqûqî li dozê girtin, 281 xizmên 34 qurbaniyên roboskiyê, di Gulana 2018’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn, lê Serlêdana wan ji aliyê DMME ve jî hatibû redkirin.

Tê gotin ku li ser vê yekê parêzeran bi delîlên nû pêvajoyeke nû ya hiqûqî dan destpêkirin û dosyaya serlêdanê niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ye.

Ez ne bawerim ku Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê biryarek bide, wêne erê nej î na  dozê bicemidîne…

Li gor raya mi, kurda,  rêxistinê wan yê siyasî û sivîl û her usa kurdên dîyasporayê jî pêvajoya qetliyama Roboskiyê li gor pêvîst ne nirxandin.

 

Dewleta Tirkiyê, çiqas serê qetliyama Roboskiyê bigrê jî, Roboskî birînek kûr e di dilê Kurdan da…

Ev birîna tu car nayê girtin. Zû yan derng divê sûcdarên Roboskiyê bên eşkerekirin û cezakirin. Divê Dewlet Tirk daxwaza lêborînê ji Kurdan û ji malbatên qurbaniyên Roboskiyê bike.

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin