Rêveberîya Giştî ya KOMKAR ku di roja 25.01.2025 da li Kolnê civîna xwe ya asayî pêk anî û di civînê da li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên Sûrîyê sekinî û biryar girt ku vê daxuyanîyê pêşkeşê raya giştî ra bike.
Rêveberîya Giştî ya KOMKAR Bangî Yekrêzîya Partîyên Rojava Dike.
Rêveberîya Giştî ya KOMKAR ku di roja 25.01.2025 da li Kolnê civîna xwe ya asayî pêk anî û di civînê da li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên Sûrîyê sekinî û biryar girt ku vê daxuyanîyê pêşkeşê raya giştî ra bike.
Wek tê zanîn rejîma Sûrîye piştî 61 salî rûxîya û serokê wê Beşer Esad ji Sûrîyê revîya û çû welatê Rûsyayê. Ew bûyer ji bo Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bûyerên girîng in. Ev yek ji bo gelê Sûrîyê, ji bo kêmnetew û civakên olî û etnîkî pêvajoyek nû û dîrokî ye.
Gelê me di sed salên buhurî da rastî neheqîyek mezin hat. Ji alîkî ve axa welatê me hat dagîrkirin, ji alîyê din ve jî ji hemû heqên xwe yên netewî bê par man.
Gelê me li Rojavayayê Kurdistanê di bin rejîma Baasê de rastî zilm û zordarîyek mezin hat. Kuştin, zindankirin û nefîkirin bû para gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.
Niha rêxistina HTŞ li Sûrîyê li ser hikim e û li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê serdemek nû dest pê kiriye.
Di vê serdema nû de firsetek nû û zêrin derketiye pêşiya gelê me li Suriyê. Ji bona ku ji vê firsetê zêrîn istifade bikin û bigihine armancên xwe, divê partîyên Rojavayê Kurdistanê nakokî û pirsgirêkên xwe yên berê bidin alîyekî, yekrêzîya xwe pêk bînîn û bi yek daxwaz û yek şandê derkevin pêşberî Şamê û raya giştî ya cîhanê. Ev daxwaz ne ya me tenê ye, ev daxwaz daxwaza hemû Kurdan e.
Çend roj berê li Hewlêrê rêzdar Serok Mesud Barzanî û Serokê HSD Mazlum Abdî hevdîtinek pêk anîn. Ew hevdîtin ji bo yekrêzî û hevkarîya partîya Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek gelek girîng bû. Em bi wê hevdîtinê kêfxweş bûn û piştgirîya xwe bi her avayî tînin ziman.
Em bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku vê firseta dîrokî ji destê xwe nerevînin û di vê qonaxa dîrokî de berjewendîyên Kurd û Kurdistanê di ser her tiştî re bigrin. Divê ev firseta dîrokî nebe qurbana berjewendîyên partîtîyê û di bin bandor û wesayeta hinek kes û alîyên siyasî de nemîne.
Ev demek e dewleta Turk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û êrîşê dibin ser Bendava Tişrînê û hin deverên din. Em wan êrîşan bi tundî rûreş û şermezar dikin.
Em bangî Yekîtîya Netewan, Yekîtîya Ewropa û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember wan êrîşan dengê xwe bilind bikin û piştgirîyê bidin tekoşîna azadîxwaz a gelê Kurd.
25.01.2025