Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Parlamentera Federal a Elmanyayê ya CDU bi Rêveberên Navendî yên Komkarê re Hevdîtin Pêkanî.

Roja Înê 11.04.2025, rêveberên navendî yên Komkarê Mehmet, Nusret, Gule Xan û endamên komeleya Leer Hevaltî, li avahiya komeleya Hevaltî Leer bi parlamentera federal a partiya desthilatdar CDU Xanim Gitta Connemann re hevdîtinek pêk anîn.

Parlamentera Federal a Elmanyayê ya CDU bi Rêveberên Navendî yên Komkarê re Hevdîtin Pêkanî

Roja Înê 11.04.2025, rêveberên navendî yên Komkarê Mehmet, Nusret, Gule Xan û endamên komeleya Leer Hevaltî, li avahiya komeleya Hevaltî Leer bi parlamentera federal a partiya desthilatdar CDU Xanim Gitta Connemann re hevdîtinek pêk anîn.

Parlamentera PE Gitta Connemann di hevdîtinê de der barê hilbijartinên F. Elmanyayê û hikûmeta nû ya koalîsyonê ya di navbera CDU û SPD’ê de hatiye avakirin de agahiyên berfireh da. Her wiha behsa pêkhateya wezîran a hikûmeta nû ya hevpeymaniyê û siyaseta hikûmeta nû ya koçberan kir.

Rêveberên Komkarê kêfxweşiya xwe li hember serdana  parlamenter Gitta Connemann nîşan dan û di derbarê rewş û pirsgirêkên biyanî û koçberên Kurd bi giştî û herwiha pirsgirêkên Kurdên li Kurdistanê agahî dan û diyar kirin ku Kurd hêviya piştevanî û hevgirtinê ji gelê Almanya û hikûmeta nû ya Almanyayê dikin.

Civîn di atmosfereke gelek dostane û baş de bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin