Gelê Kurd zêdeyî sed sal e ji bo azadîya xwe û ji bo rizgarîya Başûrê Kurdistanê di nav tekoşînê da ye. Ew tekoşîn di dema Împaratorîya Osmanî û wexta padîşahê Osmanî Vahdettîn da dest pê dike.
têketin
têketin
Passwordîfreya xwe sax bikin.
Dê şîfreyek bi e-nameyê ji we re were şandin.
Parastin û destkefîytên Başûrê Kurdistanê erkê hemû Kurdan e
Gelê Kurd zêdeyî sed sal e ji bo azadîya xwe û ji bo rizgarîya Başûrê Kurdistanê di nav tekoşînê da ye. Ew tekoşîn di dema Împaratorîya Osmanî û wexta padîşahê Osmanî Vahdettîn da dest pê dike.
Abdulselam Barzanî ji bo ku daxwaza gelê Kurd bi dest bixe, li hember dagîrkerîya Osmanîyan xebitîye û Osmanîyan ew qehremanê Kurd avêtine zindanê, paşê jî di 14.12 1914an da li bajarê Mûsîle tê dardakirin. Wexta Abdulselem Barzanî bi destên Osmanîyan tê dardakirin, biraye wî qehremanê netewê Kurd Mele Mistefa Barzanî temenê xwe 14 salî ye. Wexta Abdulselam Barzanî tê dardakirin tekoşîn û berxwedana gelê Kurd Ahmed Barzanî dimeşîne û piştre ji ala tekoşînê li Başûrê Kurdistanê teslimî Mele Mistafa Barzanî tê kirin tekoşîn berdevam dike. Tekoşîna Başûrê Kurdistanê xurt û gur dibe, hin caran jî dikeve rewşek dijwar û xerab. Lê gelê Kurd tu caran hevîya azadîye winda nekir û dev ji tekoşîn û berxwedanê berneda.
Saddamê devbixwîn û partîya Baas li hember gelê Kurd di sala 1983an da dest bi komkujîya Enfalê kir. Di komkujîya Enfalê da 182 hezar Kurd, ku ji wan 8 hezar mêrên Barzanî bûn, bi zindî binax kirin û bi hovane hatin kujtin. Bi fermana Saddam Huseyîn li hember gelê Kurd li bajarokê Halepçe çekên kimyayî hat bikaranîn û 5 hezar Kurd hatin kujtin. Di wê erîşê da 7 hezar Kurd ji birîndar bûn. Ne tenê ew komkujî, bi hezaran pêşmerge wexta li hember hêzên dijmin şer dikir û gelê xwe diparaztin, jîyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Bi kurtî di her bostik axa Kurdistana Başûr da xwîna gelê Kurd heye.
Destkeftên ku îro gelê me li Başurê Kurdistanê bi dest xistiye, kesî bi xêra dê û bavê xwe nedaye Kurdan. Kurdan ji bo ku axa welatê xwe rizgar bike û gelê xwe bigihîne azadîyê bedelek gelek mezin daye û îro jî dide.
Çend sal berê di 3 Tebaxa 2014an da DAÎŞ a hov êrîş bir ser Şingalê. Di wê êrîşa hovane da ji bo ku nekevin destê DAÎŞê gelek ji Kurdên Êzdî revîyan serê çiyan, gelek zarok û pîr û kal ji tî û bircîna jiyana xwe ji dest dan.
Di nav tekoşîna sed salî ya derbasbûyî û ya îro da rola malbata Barzanî, rola PDK, rola qehremanê milletê Kurd Mile Mistefa Barzanî û rola kek Mesûd sereke ye. Ji ber wê jî çend meh in ku li ser sosyal medya û hin qanalê TV da hin alî bi navê Kurdayetîyê êrîşî mala Barzanî û êrîşî PDK dikin. Di destkeftina Başûrê Kurdistanê da bê şirove rola kek Mesûd Barzanî û rola PDK kes nikare înkar bike. Mimkun e kêmasi jî hebin û hene jî, lê meriv dikare wan kemasîyan bi birayane bîne zimên. Ne bi dijminane. Divê hemû Kurd piştgirîya Başûrê Kurdistanê û destkeftinên wê bikin.
Komkar.eu
366 Hemî Peyam