Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Holendayê bi amadebûna Serok, Cîgirê Serok û Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û nûneratiya Dîska Dîaspora ya Kurdistanî li baregeha Serok Barzanî birêve çû.

Di roja 10.01.2024´an de, bi amadebûna Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, Cîgirê Serokê Konfederasyonê Hewramanî Elî Tofîq, Sekreterê û berpirsê karên rêxistinî yê Konfederasyonê Kovan Amedî, li bajarê Arnhem ê Holendayê, kongreya Navenda Revenda Kurdistanî birêve çû.
Di kongrê de hejmareke berçav ji Kurdên diyaspora yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên siyasî û demokratîk wekî komele û rêxistinên demokratîk ku li Holandayê xebatên sivîl demokratîk dikin, amade bûn.
Kongre bi axaftina heyeta Konfederasyonê dest pê kir û bal kişand ser kar û xebatên Konfederasyonê û Kurdên Diyaspora û bernameya pêşerojê ve destpê kir.
Piştî axaftina bi xulek rêzgirt ji bo şehîdên Kurdistanê û bi surûda netewî Ey reqîb ve hilbijartina Komîteya Birêvebir dest pê kir. Komîteya nû hate hilbijartin, pêvîste bê gotin ku endamên komîteya nû piraniya wan ciwan bûn.