Dadgeha Bilind ya Dewleta Îslamî ya Îranê di derheqa çalakvan û aktîvîsta Kurd Paxşan Azîzî da cezayê dardakirinê daye. Dadgeha Bilind ya Cimhûrîya Îslamî ya Îranê Paxşan Azîzî wek kesekî li dijî dewletê tometbar dike.
Bo Serokê Yekîtîya Netewan
Birêz Antonio Guterres,
Dadgeha Bilind ya Dewleta Îslamî ya Îranê di derheqa çalakvan û aktîvîsta Kurd Paxşan Azîzî da cezayê dardakirinê daye. Dadgeha Bilind ya Cimhûrîya Îslamî ya Îranê Paxşan Azîzî wek kesekî li dijî dewletê tometbar dike.
Birêz Antonîo Guterres
Dewleta Îslamî ya Îranê bi dehan salane ku li dijî muxalif û çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê siyasetek tund û tunekirinê dimeşîne. Dewleta Îranê Muxalifên rejîmê û çalakvanên Kurd bi hinek hincetan tawanbar dike û davê zîndanan, piştra jî bi dadgehên pêkenok cezayên giran û îdamkirinê dide wan.
Dewleta Îranê dewletek kevneperest û xwînmij e. Ew ne tenê li nav Îranê lê her wisa li derveyê Îranê jî li dijî muxalifanên rejîmê û Kurdên welatparêz terorê dimeşîne. Dewleta Îranê ev çend meh in li Rojhilata Navîn derbeyên mezin dixwe û di nav tengasîyek mezin da ye. Bi vê siyaseta ku li dijî muxalif û Kurdên welatparêz bi lez û bez dimeşîne, dixwaze Kurdên welatparêz û muxalifên rejîmê ji holê rake û bê deng bike.
Serokê hêja,
Em rexistinên ku li jer nave wam hatinê nivisandinê ji cenabê we û rêxistina we Yekîtîya Netewan daxwaz dikin ku ji bo Dadgeha Bilind ya Îranê biryara xwe ya di derbarê Paxçan Azîzî de rawestîne, Paxşan Azîzî neyê dardakirin û azad bibe, bi dewleta Îranê ra têkilîyê deynin.
Em hêvî dikin ku Netewên Yekbûyî li ser wê babetê raweste û li hember hovîtîyên rejîma Îranê bêdeng nemîne.
-Komkar-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya
-Federsyona Komelên Kurdistanî li Almanya
-Platforma Kurdên li Hamburgê
-Federsyona Revanda Kurdistanî li Almanya.
-Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa