Di roja 26.10.2024´an de, li kitêbxaneya Kurdî bi hevkariya Komeleya Nivîskarên Kurd, nivîskar û rewşwnbîr Têmûrê Xelîl, bi kurtî be jî behsa çîroka jiyana xwe bo kurdên niştecîhên Stockholmê kir.
Di roja 26.10.2024´an de, li kitêbxaneya Kurdî bi hevkariya Komeleya Nivîskarên Kurd, nivîskar û rewşwnbîr Têmûrê Xelîl, bi kurtî be jî behsa çîroka jiyana xwe bo kurdên niştecîhên Stockholmê kir. Têmûrê Xelîl behsa kitêbên ku li ser û Kurdistanê, kitêbên li ser ziman û elfabeya kurdî ya latînî, wergera wan pitûkan, rojnameya Rêya Taze û Radiyoya Erîwanê ku çawa di Radiyoya Erîwanê de dest bi kar kiriye, her usa Behsa bavê xwe ku wek berpirsê radiyoyê bû û tomarkirina stranên Kurdî ya di serdema bavî wî de bûne.
Têmûr her weha behsa Hozanê mezin Cîgerxwîn, Kamiran Ali Bedirxan, Dr. Abdulrehman Qasimlo ku çewa têkiliyên wî bi wan hêjayan re çê bûye kir.
Dîsan behsa Serokê nemir mella Mustefa Barzanî û bandora wî ya li ser kurdên Soveyeta berê û usa daxwaza wî ya bo zêdekirina wextê Radiyoya Erîwanê ji raydarê rûsayayê kir ku tesîrek mezin yê Barzanî gelek bû bo zêdakirina wextê radiyoyê de.
Bi kurtî tabloyek gelek xweş li ser kar û xebatên xwe yê di Radiyoya Erîwanê, Rêya Teze, berhemên hêja ku li ser ziman û dîroka kurdan bi rûsî hatine nivîsandin, wegerandina wan pirtûka li ser zimanê kurdî bi latînî, da beşdarên semînerê.
Semîner ji aliyê M. Alî Kut bi rêve çû û di dawiya semînerê de, dengbêj Ercan jî çend stranên kurdî pêşkeş kir.