Serpereștê Rawenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî birêz Şîfa Berzanî, Şêvirmendê wî Qehreman Othman, serokê Konfederesyona Revenda Kurdistanî Îsmail Kamil, sekreter û berpirsê karên rêxistinî yê Konfederesyonê Kovan Amedî, di roja 07.07.2024´an dali bajarê kolnê serdana Komkar Almanya yê kir.

Şîfa Barzanî û heyeta pê re ji aliyê serokê Komkar Almanya û dostê Komkarê Dr Hikmet Agayê Şikakî, ji aliyê endam û birêvebirên Komkarê û hin kesayeyetên kurd ve hate pêşîwazî kirin.
Di serdanê de, serokê Komkar Almanya yê Bekir Topgider xêrhatina mêvanan kir û di derheqê kar û xebatê Komkar Almanya de agahî da mêvanan. Her wiha berpisê Komkar Kölnê L.Berzan jî li ser kar û xebatên Komkar Kölnê agahî da.
Birêz Şifa Berzanî, di despêkê de li ser vê serdan û hevdîtinê kêfxweşya xwe anî ziman, li ser kar û xebatên diasporayê, giringîya rêxistinî û tevxebatê de axivî û bal kişand ser kar û xebata komkarê ya Kurdistanî ji bo hemû beşên Kurdistanê. Birêz Berzanî îşaret bi wê yekê kir ku xebatên Komkarê bi hêjayî dinirxîne, di warê ziman, kultur û xebata lobiyê de berdewamiya wê dixwaze.
Hevdîtin di atmosferekî germ û samîmî de derbas bû.