Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li Komkar Hamburgê Civîna bi Taştê  

Komkar Hamburg ji bo endam û alîgirin xwe û welatparêzên Kurd ên Hamburgê civîne bi taştê   amede kir. Komkar civînên bi vî rengî mehane li dar dixe û li ser mijarên girîng yê rojeva kurdan de ye diaxivin.

Li Komkar Hamburgê Civîna bi Taştê  

Komkar Hamburg ji bo endam û alîgirin xwe û welatparêzên Kurd ên Hamburgê civîne bi taştê   amede kir. Komkar civînên bi vî rengî mehane li dar dixe û li ser mijarên girîng yê rojeva kurdan de ye diaxivin.

Îro 02.02.2025 roja Yekşemê Komkar Hamburg, dîsa civîna xwarina taştê pêk anî.

Ji bilî endaman, gelek nas û dost jî beşdarî xwarina taştê bûn. Endemê Rêvebir ê Komkarê Nusret Etdogerr, Nûnerên Rêvebirîya Giştî Sabahattin û Zuber jî di civîna xwarina taștê amade bûn.

Wek tê zanîn di 23 Sibatê de li Almanya Federal hilbijartina Meclîsa Federal pêk tê. Ew hilbijartin bo biyanîyan û me Kurdan jî gelek girîng e. Parlementera Eyaleta Bremenê Hetav Tek, Nivîskar Murat Dagdelen, Selim Çûrukkaya berendamên (namzetên) Meclîsa Federal Zelal Tapo û Ali Ertan Toprak jî beşdarî civîna taştê bûn. Di civînê li ser hilbijartina giştî ya Almanyayê hate peyivîn. Civîna taştê  bi atmosferek baş û sohbetek gelek xweş derbas bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin