Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li Bremenê Qada Jîna Mahsa Amînî

Piştî Hannover, Frankfûrt û bajarên din ên Almanyayê, li Bremenê jî navê qiza Kurd Jîna Mahsa Amînî li qadekê hat kirin.

Piştî Hannover, Frankfûrt û bajarên din ên Almanyayê, li Bremenê jî navê qiza Kurd Jîna Mahsa Amînî li qadekê hat kirin.

Berî demekê pêşniyaza guhertina navê qada li ber Mûzeya Fock ya Bremenê ji alî jina Kurd û Çalakvana Mafê Mirovan Nacîye xanim ve hatibû kirin. Piştî vê pêşniyazê rayedarên bajarê Bremenê ew pêşniyaz pejirand û biryar girt ku navê qada li ber Mûzeya Fock a Bremenê bibe „Jîna-Mahsa-Amînî-Platz“.

Ev biryara rayedar û berpirsên herêmî yên bajarê Bremenê di nav Kurdan de bû cîhê kêfxweşîyê. Ev gav ne tenê ji bo jinên Kurd, herweha piştgirîyek ji bo azadî û mafên jinên cîhanê ye jî.

Em wek Komkar Almanya biryara berpirs û rayedarên bajarê Bremenê û herweha helwesta Nacîye xanim pîroz dikin û spasîyên xwe pêşkêşî dikin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin