Endamê Yekitiya Komeleyên Kurdistan li Almanya, Komeleya Hevaltî li bajarê Leer´ê beşdariya çalakiyê meş û mitinga dijî Partiya Nijadperest û dijî biyaniyan AFD´ê bû. Di vê çalakiyê de rolek aktîf lîst.
Ev demeke ku li welatê Almanya´yê li dijî partîya AFD´ê çalakîyên girseyî pêk tên.
buhorî li gelek bajaran çalakî çêbûn û bi sedhezaran kes beşdarî wan çalakîyan bûn.
Îro jî 03.03.202´ê li bajarê Leerê Almanya´yê li hember siyaseta nijadperest a partîya AFD´ê xwepeşandan hat li darxistin.
Gelek Partîyên Alman, sendîka û rêxistinên sivîl beşdarî wê xwepêşandinê bûn. Endamê Komkarê Komeleya Hevaltî jî di wê çalakîyê da cîh girt û bi navê Kurdan beşdarî wê çalakîyê bû. Di çalakîyê da endama Rêvebir a Komkar Almanya xanim Gulhat jî, di çalakîyê da axivî û balkişand ser siyayseta nijadperest û dijminatîya biyaniyan ya partîya AFD´ê. Di çalakîya iro da bi hezaran kes beşdar bûn. Komeleya Hevaltî jî yek ji organîzatora wê çalakîye da bû.