Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Kongreya Navenda Kurdistanî li Londonê hat lidarxistin

Konferansa Londonê di 30.06.2024an de li Hyde Park bi amadebûna çend berpirs û endamên Navenda Revenda Kurdistanî li Londonê Rêzgar Şêx Elî, Omîd Hewramî û Diyar Budak hat lidarxistin.

Konferansa Londonê di 30.06.2024an de li Hyde Park bi amadebûna çend berpirs û endamên Navenda Revenda Kurdistanî li Londonê Rêzgar Şêx Elî, Omîd Hewramî û Diyar Budak hat lidarxistin.

Her du birêz Mushier Galali û birêz Faraidoon Reza, Berpirsê Navendên Navenda Kurdistanê li Brîtanyayê amade bûn. Konferans bi rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir.

Paşê Omîd Hewramî behsa rojeva konferansê kir ku ji bixêrhatina mêvanên amade, endamên nû yên navenda Londonê pêk dihat û armanca konferansa Londonê handana kurdan bo beşdarbûn û pêşxistina ziman û çanda kurdî û peywendiyên civakî û olî bû.

Paşê Rizgar Şêx Elî li ser xebatên navendê axaftinek pêşkêş kir. Faraidoon Reza li ser pileya Konfederasyonê axivî. Temaşevanan hin pirs û şîrove hebûn. Wan ji navendê xwest ku ev proje wek netewî bimîne û bi siyasetê re tevlihev nebe û ji hemû parçeyên Kurdistanê kurd beşdarî bibin.

Hin endamên kevn û hin endamên nû ji bo berpirsiyariya navenda Londonê hatin pêşniyarkirin. Di dawiyê de endamên jêrîn bo Komîteya Birêvebir.

 

Rizgar Şêx Elî, wek Serokê navendê Kurdên Diyaspora

Omîd Hewramî, wek Cîgirê Serokê Navendê

Zhala Sanai, wek Berpirsê Huner û Çanda (Ji Rojhilat)

Aram Hewram, wek Berpirsê Civakî

Runahi Hesen, wek berpirsê Ragîhandin (ji Rojava)

Tenê Ezîz, wek Berpirsê Jinan

Diyar Budak wek berpirsê Perwerde (Bakur)

Di konferansê de birêz Dr. Muşier Galalî gotarek pêşkêş kir. Konferans bi pîrozkirina rayedarên navendî bi dawî bû.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin