Konfederasyona Revenda Kurdistan ku ji 20 federasyon û bi dehan navendan pêk tê, di 7-8.12.2024an da li paytexta Almanya Berlînê di bin duruşma “Yekitî Serkeftin e” kongra xwe ya 2 emîn pêk anî.
Ji seranserê dinyayê gelek mêvan û nûnerên federasyonan (nêzi 450 kes) beşdarê kongra bûn.
Kongra bi sirûda netewî û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê ve destpêkir. Piştî rêzgirtinê, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan Dr. Îsmail Kamîl derket ser dikê û bixêrhatina mêvanan û nûnerên kongreyê kir, li ser armanc û xebata konfederasyonê axavt û spasîya xwe anî zimên.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku ji 20 federasyon û bi dehan navendan pêk tê, di 7-8.12.2024an da li paytexta Almanya Berlînê di bin duruşma “Yekitî Serkeftin e” kongra xwe ya 2 emîn pêk anî.
Ji seranserê dinyayê gelek mêvan û nûnerên federasyonan (nêzi 450 kes) beşdarê kongra bûn.
Kongra bi sirûda netewî û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê ve destpêkir. Piştî rêzgirtinê, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan Dr. Îsmail Kamîl derket ser dikê û bixêrhatina mêvanan û nûnerên kongreyê kir, li ser armanc û xebata konfederasyonê axavt û spasîya xwe anî zimên.
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî jî peyamek şandibû kongreyê. Peyama serok Mesûd Barzanî ji aliyê serpereştê Revenda Kurdistaî li Baregeha Barzanê rêzdar Şîfa Barzanî ve hat xwendin. Kak Mesûd di peyama xwe da bang li Kurdên diyaspora dikir û dixwest ku Revenda Kurdistanî ji bo hemû beşên Kurdistanê xebata Kurd û Kurdistanîyê bike.
Piştî peyama kak Mesûd Barzanî, Serokê Enstutîya Kurdistan ya Parîsê rêzdar Kendal Nezan jî axavtinek kir û girîngîya xebata diyaspora anî zimên û di birêxistina Kurdên diyasporada de behsa keda KOMKAR´ê û Federasyona Komelên Kurdistan li Swêd kir.
Gelek partî û sazîyen Kurdistanê peyam şandibûn kongra Revenda Kurdistanê. Ji Bakurê Kurdistanê Serokê PSK Bayram Bozyel, Berpirsê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî, serokê KOMELE ya Rojhilat Abdullah Mohtedî, Serokê PWK Mustafa Ozcelik, parlementerê eyalata Bremenê Hetav Tek, di peyamên xwe da serkefin ji kongra Revenda Kurdistanê re xwestin.
Di nav mêvanên kongrê da Prof. Dr.Huseyin Bektaş, Dr. Fikret Yildiz, Dr Gulistan Saribaş, serokê bere ya PSK Mesud Tek,serokê Liqa 6 ya PDK Serhad Gafur, Serokê Berê a PDK-Bakur, Sertac Bucak, siyasetmedar Bayram Ayaz, Prof. F. Fazil Omar, Dr. Kendal Nezan, Serokê Navênda Lêkolîna Kurdî li Boon- NAVEND Metin Încesu, serokê Civata Kurd li Almanya Ali Ertan Toprak û cigirê serok Mehmet Tanriverd û gelek rewşenbîr û akademîsyen hebûn.
Piştî axavtinan Komîta Rêvebir a Konfederasyonê û Komîta Giştî a Konfederasyona Revenda Kurdistan hat xelatkirin. Xelata Komîta Rêvebir ji alî Berpirsê Herêma Kurdistan li Almanya rêzdar Dilşad Barzanî, xelata Komîta Giştî jî ji alî Serokê Enstîtuya Kurd li Parîsê rêzdar Dr.Kendal Nezan ve hat dayîn. Komîta revêj bi aliyê Mamosta F.Fazil Omar we hat xelatkirin, Komita Çavder jî bi terefa Şêx Xurşîd Xeznevî we hatin xelatkirinê.
Konfederasyona Revenda Kurdistan ji bo piştevanî û alîkarîyê, şerpereştîya Revenda Kurdistan Kak Şîfa û Kak Qehreman xelat kir. Xelata Kak Şîfa û Kak Qahreman ji aliyê Serokê Konfederasyonê kak Îsmail Kamil ve hat dayîn.
Piştî axavtınan, gurûbên mûzîkê bi şerpereştiya Hêjar Zehavi derketin ser dikê û hunermandan Eyub Elî, Xêro Ebas, Dilniya Rezazî, Yekbûn û Hesen Şerîf, hemû beşên Kurdistanê kilam û stran gotin.
Di kongrê de destûra konfederasyonê kete ber behs û gengeşiyê û çend xalên desturê, bi pesend kirina nuneran ve hate guhartın.
Piştî nûjenkirina destûra konfederasyonê Komîta Rêvebir a Konfederasyonê, ku di destûra nû da hatibû êrekirin, 9 kes hatin hilbijartin.
Gelek kes xwe wek namzetên Komîta Rêvebir pêşniyaz kirin. Dawîya hilbijartinê ji her beşekî Kurdistanê û yek jî ji Kurdên Sovyeta berê hatin hilbijartin.
Ji bo Komîta Giştî jî her federasyonê, ku endamê endamê Revenda Kurdistanê ne, 1 kes hat hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku Federasyona Komkar Almanya, ku yek ji damezrênerê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ye, bi gelek nûnerên rêxistinên xwe beşdarî kongra 2 emîn a konfederasyonê bû.
Ji beşê Rojavayê Kurdistanê Îsmaîl Kamil û Nushên Misho, ji Bakurê Kovan Amedî û Şermîn Bozarslan, ji Rojhilatê Kurdistan Rehîm Reşîdî û Leyla Diwanbend, Ji beşa Başûrê Kurdistan Şukrî Berwarî, Harmin Salih, ji Gurcistanê Zaza Kalashov Ji Federasyon Kurd ya navdewletî li Kazakîstanê Wezîr Mîrzoyev ji bo Komîta Rêvebir a Konfederasyonê hatin hilbijartin. Fedesayona Nûnerên Federasyonan ji welatên cuda, jî wek Komîteya Giştî hatin hilbijartin.
Di Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî da bi navên kongrê deklerasyonek ji bo piştgirîya Rojava hat weşandin.
Dîsa di kongrê da biryar hat girtin ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji maxdûr û koçberên Rojavayê Kurdistanê re alîkarîyê bike û di kongrê da kampanya dest pê kir.
Kongra ji aliyê Kurdistan Tv ve hat romal kirinê.
Kongra Konfederasyona Revenda Kurdistan du rojan, bê pirsgirek û bi serkeftinek mezin bi dawî bû.