Bekir Topgider
Konfedersyona Revenda Kurdistanî, ku li diasporayê ji 20 federasyonên endam û ji dehan Navendan û Komeleyan pêk tê, di bin dûrişma Yekîtî Serkeftin e kongra xwe ya 2 emîn di 07.08.12. 2024´an da li paytexta Almanya Berlîne bi hejmarek girseyî û bi coşek mezin pêk anî.
Berî her tiştî dixwazim spasîya xwe pêşkêşî wan hevalên ku amadekarî û organîzekirinek baş ji bo pêkanîna kongreyê kirin, bikim.
Peyama ku birêz Serok Mesûd Barzanî ji kongra konfederesyonê ra şandibû cîyê kêfxweşîyê bû. Kak Mesûd di peyama xwe da bal kişandibû ser girîngîya xebat û armanca diyaspora Kurd û ya herî girîng jî daxwaz û pêşniyaz dikir ku di nav xebata Konfederasyona Revenda Kurdistanî da partiyatî neyê kirin û xebata konfederasyonê ji bo hemû beşên Kurdistanê bê kirin.
Komîta Rêvebir a Konfederasyonê Ji bo beşdarbûna kongrê ji gelek mevanan ra vexwendin şandibû û gelek mêvanên qedirbilind beşdarî kongrê bûn. Ew jî cîyê kefxweşî û serbilindîyê bû.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî rêxistinek nû ye û dibe ku di xebatên wê de hin kemasî hebin û hene jî. Divê Komîta Rêveberîya Nû, Rêveberîya Giştî ya Konfederasyonê, hemû federesyon û navend hewl bidin ku wan kêmasîyan ji holê rakin da ku xebata Konfederasyona Revenda Kurdistanî bigihê hedef û armanca xwe.
Xebat û armanca konfederasyonê tenê ne ji bo dema îro ye. Ev xebat ji bo hemû dema ye. Ger sibê hemû beşên Kurdistanê azad û rizgar bibin jî, pêwîstî bi lobîyek xurt û dîplomasîya Kurdan heye. Divê rêxistinên Kurdên dîyasporayê bi vê armancê li ser karê lobîyê bixebitin. Ew karê ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî li diyasporayê dest pê kiriye karekî pir girîng û pîroz e.
Ez jî yek nûnerê Kongra Revenda Kurdistanî bûm û beşdarî kongra 2 emîn bûm. Kongra konfederasyonê gelek serkeftî bû. Hin kêmasî hebin jî, ez bawer im di xebata konfederasyonê da emê bi hevra wan kemesîyan ji holê rakin, xebata Konfederasyona Revenda Kurdistanî baştir bikin. Ez di wê bawerîyê de me ku di pêşerojê de wê Konfederasyona Revenda Kurdistanî temsîla Kurdên diyasporayê bike û di warê dîplomasî û lobîyê de kar û xebatên baştir bike. Ji komita revebir û komita revebira giştî ya nu ra serftinê dixwezim.