Roja 02.11.24 li Almanya li bajarê Hamburgê konferansek ji alîyê platforma Kurdên Hamburgê ku temsîla rêxistin û civata Kurd li Hambûrgê dike konferansek di bin navê ” Kurdistan di stratejî an konjuktûra zilhêzên navnetewî de (Qirnê XX – XXI) li salona mezin a dêra Martin Luther King Kirchengemeinge-Steilchoop çê bû.
Roja 02.11.24 li Almanya li bajarê Hamburgê konferansek ji alîyê platforma Kurdên Hamburgê ku temsîla rêxistin û civata Kurd li Hambûrgê dike konferansek di bin navê ” Kurdistan di stratejî an konjuktûra zilhêzên navnetewî de (Qirnê XX – XXI) li salona mezin a dêra Martin Luther King Kirchengemeinge-Steilchoop çê bû.
Konferansek bi rêk û pêk gelek Kurdê ji her çar beṣê Kurdistanê, dostên Kurdan yê Almanî, parlementerê Kurd di meclîsa eyaletên Almanya û ji bajarê dervî Hambûrgê wek Bremen kil, û hinek bajarên din Kurd hatin konferansê. Konferans bi rêzgirtin li șehîdên Kurdistanê û bi axaftina seokê platforma Kurdên Hambrgê birêz M Elî destpêkir, birêz M.Elî spasî li beṣdaran kir û behsa grîngîya konferansê û aktuelbûna pirsa konferansê di roja îroj ku li cihanê guhertinê mezin dibin ji bo Kurda kir.
Pașê gotin de axavtvanê konferansê Dr.Ekrem Önen, Ekrem Önen bi faktan û dokumentan firehî li ser têkiliyên Kurdan di sedsalan XX bi zilhêzên navnetewî (Anglosakson-DYA Înglîz, Rûsya, Fransa û Almanya) re peyivî paṣê behsa destpêka sedsala XXI heta roja îroj kir ,muqayesa siyaseta aktor û rêxistinê siyasî yên Kurda sedsala XX ku têkilîyên wan bi zilhêzê navnetewî re, bi rêxistin û aktorên siyasî yên Kurda serdema nuh re kir, bal kiṣand ser tiṣtê muṣterek û cuda di navbera serdema sedsala XX û XXI ê.
Pașê beṣdarvanê konferansê gelek pirsên balkêṣ û gring kirin ku çima Kurdan nikarîbûn di nizama yekê serdema ṣerê cihanê ye yekê û nizama dudan șerê cihanê yê duem dewletek Kurdistan ava bikirna û siyaseta Kurd nuha çawa dikarin ji serdemên derbas bûyî tecruba bigrin ku bikaribin ji bo Kurda desthilatdarîyekê bi dest xin.
Ji pirs û șîroveyên beșdaran dihate famkirin ku konferansek çukas gring serkeftî û aktuel bû, gelek beṣdaran spasîya xwe dan rêdan ku dihesibandin yek ji konferansên van demên dawî ku bi sûd, serkeftî û di wextê xwe de bû. Tiṣtekî din Cihê dilxweṣîyê ew bû ku di vê konferansêde gelek xatûn û gênc ama de bûn û pirsên gelek balkêș dikirin.
Pîștî konferansê xwarin xwarinek bo mêvanan hate dayin û sohbeta li ser mijarê li restorantê heta derengê șevê dewam kir. Spas ji bo civata Kurd li Hambûrgê û bajarên din ku weha aktîv beṣdarî konferansê bûn.