Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

KOMKAR-ALMANYA SERDANA MEHMET ELBÎSTAN KIR

Di roja 28.06.2024´an de serokê Yekitiya Komeleyên Kurdistan Komkar-Almanya Bekir Topgîder bi heyetek re serdana têkoşerê bê westan û damezranerê Komkar-Almanyayê Mehmet Elbîstan kirin.

Di roja 28.06.2024´an de serokê Yekitiya Komeleyên Kurdistan Komkar-Almanya Bekir Topgîder bi heyetek re serdana têkoşerê bê westan û damezranerê Komkar-Almanyayê Mehmet Elbîstan kirin.

Mehmet Elbîstan, yek ji wan kesayetîyên ku berî 45 salan Federasyona Komkar-Almanyayê damezrandin. Elbîsatan ji malbatek welatparêz e û bi malbatî di nav tevgêra azadîxwaz a Kurdistanê de cîh girtine.

M.Elbîstan bi her ewayî kurdistaniyek temam e. Ji 50 salê zêdetir e ku li Almanya´yê ji bo kurd û Kurdistanê xebetek bê westan dimeşîne. Ala Kurdistanê ji destê wî nakeve û beşdarî hemû çalakiyên ku bi taybetî li bajarê Norrnbergê dibe. Caranan jî ew bi xwe li dijî zordariyên dagîrkerên Kurdistanê çalakiyan rêk dixe.

Elbîstan, bi qasî ku ji bo kurdên bakur, ewqas jî bo Başûr,rojhilat û rojavayê Kurdistanê çalak e. Berî çend rojan emeliyatek derbes kir. Emelîyata wî baş derbas bûye û nuha jî li mal xwe dimîne û dest bi fizyotedawîyê bike. Her bi vê munasebetê Serokê Komkar-Almanya yê Bekir Topgîder bi heyetek re serdana rêzdar Mehmet Elbîstan kirine û xeberên xwe bo hezkiriyên wî belev kirine.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin