Pêvajoya ku bi navê Bihara Erebî dest pê kir, Rojhilata Navîn dihejîne û erdhejên mezin pêk tîne. Piştî rûxandina dîktatoriya Saddam Husên, keleha zilmê ya rejîma Esed û partîya Baasê jî hilweşîya û dawîya zilma 61 salî hat. Beşar Esed jî rastî çarenûsa Saddam Husên hat, dîktatorîya xwe winda kir û neçar ma bireve Moskovayê. Bi vî awayî li Rojhilata Navîn keleha duyemîn a zilmê hat rûxandin.
Pêvajoya ku bi navê Bihara Erebî dest pê kir, Rojhilata Navîn dihejîne û erdhejên mezin pêk tîne. Piştî rûxandina dîktatoriya Saddam Husên, keleha zilmê ya rejîma Esed û partîya Baasê jî hilweşîya û dawîya zilma 61 salî hat. Beşar Esed jî rastî çarenûsa Saddam Husên hat, dîktatorîya xwe winda kir û neçar ma bireve Moskovayê. Bi vî awayî li Rojhilata Navîn keleha duyemîn a zilmê hat rûxandin.
Şerê Îsraîl û Hamasê mizgînîya wêrankirina Sûrîyê û lawazkirina Îranê da. Têkçûna Hamas û Hizbullahê, têkçûna Sûrîyê û Îranê jî nêzîktir kir. Tevî hemû piştgirî û hewldanên Rûsya û Îranê, rejîma Esed nekarî bijî û neçar ma ku çarenûsa xwe qebûl bike. Piştî reva Esed, dîmenên hovîtiya ku li zindana Seydnaya Şamê derketin, cîhan hemû matmayî hişt. Van wêneyên hovane carek din eşkere kir ku rejîma Esed çiqasî ji şeref û rûmeta mirovatîyê dûr e. Hilweşîna rejîma Esed derfet da gelên Sûriyê ku bêhnek nû bistînin. Û yek ji wan gelên ku ev derfet bi dest xistiye, helbet em Kurd in.
Bi piştgirî û zanîna Amerîka û Îsraîl, komên ku rejîma Esed hilweşandin, dest bi xebata avakirina Hikûmeta Nû ya Demkî kirin. Hikûmeta Nû ya Sûrîyê ji bo misogerkirina siberoja Sûriyê, helbet wê destê xwe dirêjî hevkarî û tevxebata Kurdan jî bike. Ji bo Kurdên ku ji sedî bîst û sîh axa Sûrîyê di destê wan de ye di hikûmeta nû de cih bigirin, bêguman wê mizakere bên kirin. Di vê pêvajoya nû ya Sûrîyê de ji sed salî carekê şans û derfetek ji bo Kurdan derketiye holê. Eger kurd vê derfetê bi hestiyariyek mezin sûd jê wernegrên, tê wateya bindestî û esareta sedsalek din. Divê Kurd vê pêvajoyê pir baş binirxînin, dûrî hizra partî û rêxistinan û li gor berjewendîyên giştî yên netewa Kurd li ser masê rûnên. Ji bo bi destekî xurt li ser maseya danûstandinê rûnên jî, tifaqa hemû partiyên Rojavayê Kurdistanî pêwîst e. Tifaqa partîyên Kurd, bi taybet tifaqa ENKS û PYD, federasyon jî di nav de, wê gelek destkeftîyan ji Kurdên Rojava re bîne. Di vê wateyê de girîng e ku partîyên Rojava berjewendîyên xwe yên partîtî û rêxistinî bidin alîyekî û berjewendiyên giştî yên netewa Kurd biparêzin.
Ji bo vê yekê, em wek Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR, bang li hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku vê fersenda ku dîrokî ye û sedsalan carekê tê, nekin bi qurbana nakokî û berjewendîyên partîyên xwe!
Destkeftîyên Rojava bi helwest û hişmendiyek netewî, bi yek deng û yek dilî biparêzin!
Ji bîr nekin ku hêz ji yekîtîyê pêk tê û azadîya parçeyekî wê bibe wesîleya azadîya parçeyên din jî.
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Almanya