Bi munasebeta şeva şahiya Çejna Newrozê,
Rêzadaran,
Li ser navê KOMKAR.eu yê, sembola azadî û berxwedanê, cejna netewî Newrozê li we û li hemû beşdarên şahiyê pîroz dikim. Ji we re şahiyek xweş û geş daxwaz dikim.
Di şahiyên Newrozan de, bilindkirina daxwazên azadiya netewa Kurd, gelekî girînge. Ji nuha ve serketina we dixwazim.
Beşdarên hêja,
Bakurê Kurdistanê di pêvajokyek gelek dijwar da derbas dibe. Rewşa Tirkiye ya îro, ji dema cunataya eskerî ya salên 1980`an xerabtir e. Karbidestên dewletê, dîsa dest bi red û înkara Kurd û Kurdistanê kirine. Wezîrê hundur ya Tirkiyê dibêje: “Yan emê Kurdan bikin Tirk, yan jî emê wan xelas bikin“. Deleta tirkiyê, pir bi eşkere bi hemû dezgehên xwe, bi mediya ya xwe ve dijberîya gelê Kurd dike. Doz girtinê li Partiyên ku di navên wan da Kurdistan heye, vekirine. Ago naxwazin ku Kurd li Bakurê Kurdistanê û her usa li herema tevayiya Kurdistanê de bibe xwedî statuyek û xwe bi xwe bi rêve bibe.
Divê em hewilên nijadperetên Tirkiyê vala derdînin û nehêlin bi serkeve. Bi taybetî komeleyên endamên KOMKAR.eu yê li welatên ku hene, xebatek xurt ya dîplomasiyê bimeşînin. Di vî warî de YN, YE û bîr û raya giştî ya Dinyayê baş agahdar bikin û bikaribin piştgiriya wan werbigrên, zextê li ser Tirkiyê bikin ku başve gava bavêje.
Hêjayan,
Li Tirkiyê û li Kurdistanê, di 31`ê meha Adarê da hilbijartinên Şaredariyan e. Li Bakurê Kurdistanê, li dijî siayseta red û înkara Kurd û Kurdistanê û li hember siyaseta şaş ya Xendekan, du partiyên me PSK û PAK, bi piştgiriya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd va Tifaqa Welatperwer û Demokratîk ava kirine û li 5 bajar û bajarokên girêdayî wan bi namzedên , di bin şîara Ne qayûm ne jî xendek, wek dengê sisêyan tevlî hilbijartanan dibin. Siyastek parastina nêrxên netewî û Kurdistanî dane pêş xwe.Em wek KOMKAR.eu bangê hemû Komkariyan û dilosozên Komarê dikin ku bi her ewayî piştgiriya namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokratîk bikin.
Herweha hewcedarîya me piştgiriya raya giştî heye, li hundir û li qada navnetewî da. Divê em hewl bidin ku raya giştî li der û hundir xwedî li partiyên Kurdistanê derkevin; sazîyên sivîl, partiyên siyasî û dezgeyên navnetewî zextan li Tirkiyê bikin ku pêşî li pêla girtina partiyên Kurd bê girtin.
Newroza we pîrozbe, hemû rojên we Newroz be.
Carek din,Newroza we pîrozbe, hemû rojên we Newroz be.
Kovan Amedî
Serokê
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu
PAGE \* MERGEFORMAT 1
Konferasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa Konfederationen för Kurdistans Föreningar i Europa Conferation of Asssociations from Kurdistan in Europe Konföderation der Vereine Kurdistan in Europa
KOMKAR.euC/O Komciwan Gustavslunsv.168, 1tr. Bromma