Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li Gelê Kurdistanê Pîroz be.

Li ser hilbijartina Parlamentoya Herema Kurdistanê, Konfederasyona revenda Kurdistanî pîroznemeyek balav kir.

Li Başûrê Kurdistanê di roja 20´ê meha cotmehê hilbijartina Parlamentoyê pêk hat.Hilbijartin di rewşek wisa de pêk hat ku  Rojhilata navîn di nav rewşek şer û aloziyek de ye, şerê Îsral -Hamas- Hizbullah-Îran, rewşa qeyrana siyasî û aborî ya welatên cîranê Kurdistanê ku tê de dijîn!

Li Başûrê Kurdistanê di roja 20´ê meha cotmehê hilbijartina Parlamentoyê pêk hat.Hilbijartin di rewşek wisa de pêk hat ku  Rojhilata navîn di nav rewşek şer û aloziyek de ye, şerê Îsral -Hamas- Hizbullah-Îran, rewşa qeyrana siyasî û aborî ya welatên cîranê Kurdistanê ku tê de dijîn! Herêma Kurdistanê karîbû di nav aramî û seqemgirîyek mezin de û bi ewayek demokratîk hilbijartina Parlameto ya Kurdistanê bi serketî pêk bîne.

Ev yeka bo gelê kurd û herêma Kurdistana Başûr serketinek mezine û ev bohemû Kurdan cîhê şanazî û serbilindiyê ye.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hemû partiyên ku beşdarî li hilbijartinê kirine, pîroz dikin. Em pîrozbayî li polîs û hêzên asayişê û bi giştî li gelên herema Kurdistanê dikin ku bûn egera wê yekê ku hilbijartinek demokratîk û serketî pêk hat.

Gel bi hestiyariyek mezin beşdarî li hilbijartinê kir û çûn ser sandoqan û dengên xwe dan. Di vê hilbijartinê de tu windaker ne bûn, hemû hêzên siyasî û gelê Kurdistanê bi ser ket.

Hêvî û daxwaza me ewe ku Başûrê Kurdistanê dest bi pêvajoyek nû bike, pirsgirêkên nav xwe bi rîya diyalogê çareser bike, li ser bingehên berjevendiya netewî û niştîmanî parlamentoyek xurt pêk bîne, di hemû qadê jiyanê de bo demokrasî û pêşxistana Herêma Kurdistanê xizmetên hêja bike û li hember hemû erîşeyên der, yek deng bin!

Her tişt bo Kurdistanek Azad û demokratîk!

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

22.10.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin