Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Heyeta Partiya Sosyalîs (SP’ê) bi nûnerên Kurdan ên li Swîsreyê re hevdîtinek pêkanî

Li ser banga Ofîsa Koçberan ya  SP´ê şandeyek bi nûnerên Partî û Komeleyên Kurdî yên li Swîsreyê di 04.04.2025´an de li Parlamentoya Neteweyî ya Swîsreyê civînek li dar xistin.

 

Heyeta Partiya Sosyalîs (SP’ê) bi nûnerên Kurdan ên li Swîsreyê re hevdîtinek pêkanî

Baran Dîcle

Li ser banga Ofîsa Koçberan ya  SP´ê şandeyek bi nûnerên Partî û Komeleyên Kurdî yên li Swîsreyê di 04.04.2025´an de li Parlamentoya Neteweyî ya Swîsreyê civînek li dar xistin.

Civîna ku PSK, YNK, IKDP, Îran Xebat, Komela Iraq, Komela Îran û her wiha hin rêveberên komeleyên Kurd amade bûn, pê hat. Seroka Ofîsa Koçberên a SP’ê Sînem Gokçen, li ser navê Delegasyona SP’ê li ber deriyê sereke yê Parlamentoya Swîsreyê pêşwazî li nûnerên partî û komeleyên Kurdistanî kir. Piştî silavkirina seroka Ofîsa Koçberan a SP’ê Sînem Gokçen, bi nûnerên Kurdan re derbasî Parlamentoya Neteweyî bûn. Hevserokê SP’ê Cedric Wermuth, nûnerên Kurdan li Meclîsê de silav kir. Piştî rêzgirtinê, Cedric Wermuth nûnerên Kurdan li dora Parlamentoya Neteweyî gerand û hem li ser Meclîsê û hem jî li ser Demokrasiya Swîsreyê agahî dan.

Piştî gerê,nûnerên partiyan çûn salona konferansê ya li Meclîsê. Di salona konferansê de Seroka Ofîsa Koçberan a SP’ê Sînem Gokçen diyar kir ku armanca li darxistina vê civînê ew e ku bandora hêza Kurd a li Swîsreyê li ser qada demokratîk a siyaseta Swîsreyê çalak bike û hêviyên Kurdan ji siyasetmedarên Swîsreyê hîn bibin û wiha got: “Em dizanin ku li Swîsreyê hêzeke gelekî cidî ya Kurdan heye ku hêza tevgerê ya bi hezaran gelên li Swîsreyê ye. Weke siyasetmedarên Swîsreyî em alîgir in ku pirsgirêkên koçberan bi awayekî herî xurt bibihîzin. Rêya lobiyê ew e ku bi hêz û bi biryar tevbigerin.”, piştî axaftina Sinem Gökçen, damezrênerê SP Cedric Wermut jî axaftinek kurt kir, dîtinek xweş e ku em gelê kurd û pirsgirêkên wan nas dikin û armanca me ew e ku em bi hev re biaxivin.

Di danasîna bi Almanî de Aydogan Înal ji yekîneya PSK ya Swîsreyê di wergera Almanî-Kurdî de alîkariya heyetê kir.

Civîn piştî axaftinanû biştî  Apperoyê  bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin