Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Girtina Konsolxaneyên Rejîma Îranê li Almanya Cîhê kêfxweşîyê ye

Rejîma dagîrker a Iranê  ne tenê li Rojhilata Navîn, her wisa li seranserê cihanê bi salane  terorê dimeşîne. Destê wê li her derê ye û li diji Kurdan û mixalifan terorek hovane dimeşîne. Wek tê zanîn di sala 1989an da Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistan Dr.Abdurahman Qasimlo û du hevalên xwe li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hovane kujtin. Di sala 1992an da jî dîsa Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistan Dr. Sadik Şerefkendî, Berpirsê Awrûpayê Fettah Abdullî û Berpirsê Almanyayê Humeyn Erdelan li paytexta Almanya Berlinê bi hovane hatin şehîdkirin.

Bekir Topgider

Rejîma dagîrker a Iranê  ne tenê li Rojhilata Navîn, her wisa li seranserê cihanê bi salane  terorê dimeşîne. Destê wê li her derê ye û li diji Kurdan û mixalifan terorek hovane dimeşîne. Wek tê zanîn di sala 1989an da Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistan Dr.Abdurahman Qasimlo û du hevalên xwe li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hovane kujtin. Di sala 1992an da jî dîsa Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistan Dr. Sadik Şerefkendî, Berpirsê Awrûpayê Fettah Abdullî û Berpirsê Almanyayê Humeyn Erdelan li paytexta Almanya Berlinê bi hovane hatin şehîdkirin. Wexta ew herdu bûyer pêk hatin rêxistinên Kurd ên li Almanya û Awûstûryayê bangî herdu dewletan kirin û gotin ku hemû konsolxaneyên Îranê ne karên diplomasîyê dimeşînin, konsolên Îranê bûne hêlîna sîxur û terorê û li hember Kurdan û mixalifan terotê dikin, divê ew dewlet li hember konsolxaneyên Îranê helwest bigirin. Lê mixabin wan herdu dewletan li hember rejîma Îranê biryarek tund negirtin.

Di ser wan bûyeran re sal derbas bûn û wexta hemwelatîyê Alman Cemşît Şarmehd ji teref dewleta Îranê ve hat girtin û piştra ew îdam kirin, dewleta Alman konsolxaneyên Îranê yên bajarên Mûnîh, Frankfurt û Hamburgê girt û kesên ku li wan konsolxaneyan dixebitîn jî ji Almayayê derxisin.

Dewleta Alman biryara girtina konsolxaneyên Îranê dereng be jî girt, ew biryar di nav Kurdan da bû cîyê kêfxweşîyê. Biryara girtina konsolxaneyên Îranê bes e le têr nake. Divê dewleta Alman vê meselê bibe civîna Yekîtîya Awrûpayê û daxwaz û pêşniyaz bike ku hemû dewletên endamên Yekîtîya Awrûpayê li heber dewleta Îranê helvest bigirin û konsolxaneyên Îranê bigirin.

Îran dewletek totalîter û xwînmij e. Divê welatên cihanê yên pêşketî û modern li hember dewleta Îranê di pir alî da helwest bigirin û dinyayê li vê rejîma kevneperest  teng bikin. Divê rejîma Îranê ya kevneperest ji hole rabe ku di serî da gelên wî welatî û hemû gelên cihanê di nav aştî û aramîyê da bijîn.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin