Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Enfala li ser kurdan li başûrê Kurdistan 36 sal derbas bû

Enfala li ser kurdan li başûrê Kurdistan 36 sal derbas bû, lê birînên Enfalê heta nuha jî nehatiye pêçan.
Gorên komî li Iraqê vedigere beriya 36 salan, dema ku rejîma wê demê ya faşîst a Iraqê pêvajoya Enfalê li seranserê Kurdistanê da destpêkirin.

Kovan Amedî

Enfalkirina zarok, jin û kal û pîran û binaxkirina wan bi proseyeke plankirî de birêve çû.
“Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan”
Dagîrkerên Kurdistanê, Navên wan Tirk dibe, yan jî Faris û Ereb dibin, kîjan hukumet dibin bila bibe, her dijmin e. Armanca wan tinekirina Kurdan e û ti caran naxwazin kurd azad û xwedî statuyek demokratîk be. Qetliya Şingalê jî berdewamiya wê zihniyeta tinekirina Kurdan bû.
Hemû şehîdên Enfal û qetiyama li ser kurdên Ezîdî bi rêz û hurmet bibîr tînim. Mirin û rûreşî bo dijminê gelê Kurdistan!

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin