Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em pîrozbahîyê li pirtûka Deniz Berxwedan Serincî dikin

Rojnamevan û Nivîskarê Kurd-Danîmarkî, Deniz Berxwedan Serincî, vê carê jî pirtûkek li ser hîkirina zimanê kurdî nivîsîye.
Dema ku îrade hebê, mirov dikarê gelek tiştan bikê. Deniz yek ji wan kurdên dilsoz e ku xwedî îradeyeke qayîm e. Deniz ji malbateke kurdên-elewî ji herêma Çorum’ê ye û di zarokatîya xwe de kurdî nizanîbû, lê wî bi xwestek û îradeyeke mezin hewl da ku xwe fêrî zimanê xwe yê kurdî bikê.

Piştî bi salan him kurdî fêr bû, him jî bi kurdî nivîs nivîsandin û bû mamosteyê zimanê kurdî.
Eve zêdeyî salekê ye ku li Kopenhagenê bi piştgirîya Federasyona Komelên Kurdî li Danîmark (FKKD) Dibîstana Kurdî vekirîye û li gel 2-3 mamosteyên din perwerdeya bi kurmancî û soranî didê ber bi dehan zarokên kurdan.
Ji bilî wê jî di derbarê fêrbûna zimanê kurdî de valahîyek dît û niha dest avêt wê valahîyê jî û pirtûkek ji bo kurdan, danîmarkîyan û her kesê ku bixwazê xwe fêrî zimanê kurdî bikê çap kirîye.
Deniz heta niha ji bilî vê pirtûkê gelek pirtûkên din nivîsîne û li kêleka wê jî wek pisporekî li ser rewşa Rojhilata Navîn semîneran lidardixê, beşdarî kanalên Radîo û TV’an dibê û her wiha jî bi kar û barê li ser kurdan û zimanê kurdî mijûl dibê.
Ev pirtûka li ser zimanê kurdî wê di Resepsîyona Newrozê a di 27.03.2025’an de li Parlamentoya Danîmark bê nasandin.
Em bi vê bonê destxweşî û pîrozbahîyê li rojnamevan û nivîskar Deniz Berxwedan Serincî dikin û berdewamîya serkeftinê jê re dixwazin.
KOMKAR-KBH
13.03.2025

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin