Nivîskar, lekolînvan û siyasetvanê Kurd Mûnzûr Çem 2 sal berê di roja 11.12.2022 da ji ber nexweşîya giran li paytextê Almanya bajarê Berlînê koça dawî kir. Mûnzûr Çem di sala 1945an da li bajarê Çevligê (Bingol) ji dayik bû.
Nivîskar, lekolînvan û siyasetvanê Kurd Mûnzûr Çem 2 sal berê di roja 11.12.2022 da ji ber nexweşîya giran li paytextê Almanya bajarê Berlînê koça dawî kir. Mûnzûr Çem di sala 1945an da li bajarê Çevligê (Bingol) ji dayik bû.
Mûnzûr Çem wexta ji dayik bû hê birîna qirkirina gelê me yê Dersimê germ bû. Mûnzûr Çem ji bav û dayîka xwe ew jenosîda ku li hember gelê Kurd li Dersimê bi destê dewleta dagirker a Turk hatibû meşandin, bihîst û ew yek li ser wî tesîrek mezin hişt. Mûnzûr Çem hemû jîyana xwe ji bo azadîya gelê Kurd û rizgarîya Kurdistanê xerc kir. Tu caran dev ji tekoşîna azadîya gelê xwe berneda.
Mûnzûr Çem hê di ciwanîya xwe da di nav refên Rêya Azadî da cîh girt û wexta li Turkîyê darbeya leşkerî hat ser hikim, ew jî wek gelek hevalên xwe derket dervayî welêt. Mûnzûr Çem bi salan nedikarî here welêt û wek koçber jîyana xwe berdewam kir.
Mûnzûr Çem endamê PSK bû. Wî bi salan di nav refên Partîya Sosyalîsta Kurdistan/PSK de cîh girt û bûbû Endamê Mekteba Sîyasî û Komîta Navendî ya PSK.
Mûnzûr Çem mirovekî jîr û jêhatî bû. Bi dehan pirtûk nivîsîne. Li ser zimanê Kirdkî- Zazaki ji xebitîye û pirtûk jî derxistiye. Wexta nexweş bû jî hertim bi hevalên xwe ra di nav têkilîyê da bû. Bi dîtin û ramana xwe xizmeta gelê xwe dikir. Mûnzûr Çem demekê di nav redaksîyona rojnama Komkarê ”Dengê Komkar” da jî cîh girt û nivîs jî dinivîsand. Keda wî di nav rêxistina Komkarê de jî hebû û em tu caran keda wî ji bîr nakin.
Termê Mûnzûr Çem ji Almanyayê birin Çewligê gunde ku lê ji dayik bû û sapartin axa pîroz. Bi koça dawî ya Mûnzûr Çem gelê me zana, nivîskar û sîyasetvaneki hêja winda kir. Em di 2 emîn salwegera koça dawî de wî bi rêzdarî bi bîrtînin.
Ruhê wî şad be, ewê tim di tekoşîna gelê me da bijî
Komkar-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya.
11.12.2024