Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em Komkujîya Madimakê ji Bîrnakin

Yekitîya Komeleyê kurdistan KOMKAR-Almanya li ser qetliyama Madimakê ku ji vir 31 sal berê li bajarê Sêwasê ji aliyê nijadperetên tirkan ve hatibû kirin, daxuyaniyek belev kir.

Em Komkujîya Madimakê ji Bîrnakin

Di 2 Tîrmeha sala 1993an de grûpek kevneperest û faşîst hatina nivîskar Azîz Nesîn a ji bo Festîvala Pîr Sûltan kirin mahne (ku haya hikûmeta wê demê jî jê hebû), êrîşî hotela ku nivîskar, rewşembîr û hunermend lê diman  kirin û hotel şewitandin. Di wê êrîşê da 33 nivîskar, rewşenbîr û hunermend bi hovane hatin kuştin.

Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistan di 31 emîn salroja wê komkujîyê da wan rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û wan grûpên kevneperest û faşîstên  hov  rûreş dikin.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin