Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em komkujî û êrîşên li dijî Elewîyên li Sûrîyê şermezar dikin.

Di çapemenî û medyaya civakî de tê xuyakirin ku êrîş û komkujî ji alîyê komên tundrew ên îslamî ve li dijî Elewiyên ku li wargehên wek Lazkîye û peravên Sûriyê dijîn pêk tên û di van êrîşan de bi sedan sivîlên Elewî hatin qetilkirin.

Em komkujî û êrîşên li dijî Elewîyên li Sûrîyê şermezar dikin.

Di çapemenî û medyaya civakî de tê xuyakirin ku êrîş û komkujî ji alîyê komên tundrew ên îslamî ve li dijî Elewiyên ku li wargehên wek Lazkîye û peravên Sûriyê dijîn pêk tên û di van êrîşan de bi sedan sivîlên Elewî hatin qetilkirin. Bê guman ev êrîşên li ser Elewîyên li Sûrîyê bi awayekî plankirî û bi bername ji navendekê hatiye kirin, armanca êrîşkaran ew e ku civaka Elewîn ku bi sedan sal in li wê xakê dijîn, koçber bikin û komên îslamî yên tundrew li vê herêma stratejîk bi cîh bikin.

Em bang li rêveberî û desthilatdarîya nû ya Şamê dikin ku di zûtirîn dem de pêşî li van êrîşan bigire. Ger li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne wê bibe hevpar û berpirsiyarê van êrîş û komkujîyan.

Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistanê-Komkar vê hovîtî û êrîşên li dijî Elewîyên li Sûriyê bi tundî şermezar dikin.

 

Komkar-Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê Almanya

10 03.2025

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin