Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em êrîşa DAÎŞE ya li Solîngenê rûreş dikin.

Roja 24´ê Tebaxa 2024 kesekî ku peywendîya xwe bi rêxistina DAÎŞÊ hebûl li Almanya bajarê Solingenê êrîşî kesen ku beşdarî festivalê bûn kir. Di wê êrîşê da sê kesan jîyana xwe ji dest dan û heyşt kes ji bi birîndar bûn.

Roja 24´ê Tebaxa 2024 kesekî ku peywendîya xwe bi rêxistina DAÎŞÊ hebûl li Almanya bajarê Solingenê êrîşî kesen ku beşdarî festivalê bûn kir. Di wê êrîşê da sê kesan jîyana xwe ji dest dan û heyşt kes ji bi birîndar bûn.

Demek şûnva ew kujer bixwe teslîmî polîs bû û ew êrîş qebûl kir. Rêxistina DAÎŞê jî bi daxuyanîyekê diyar kir ku êrîşa li bajarê Solîngenê wan kiriye.

Berî her tiştî em wek rêxistina KOMKARê wê êrîşa hovane bi tundî rûreş dikin û ji malbata qurbanîyan ra sersaxî, ji birîndaran ra ji şîfayê dixwazin.

Em rêxistina Islamîst û terorîst a DAÎŞê baş nas dikin. Pir caran me bi daxuyanî û belevokan raya dinyayê di derheqa wê rexistina hov da agahdar û hişyar kiriye.

Rêxistina îslamist û tundrew DAÎŞ, di sala 2014an da li başûr û rojavayê welatê me êrîşî Kurdan û bi taybet jî êrîşî Kurên Êzdî kir. Di wan êrîşan da bi deh hezaran Kurdên sivîl bi destên wan hovan hatin kujtin. Bi hezaran jin û keçên Kurdên Ezdî wek hêsîr ketin destê wan hovan. Ew keç û jinên Kurd li kolan û kuçeyan hatin firotin. Hê jî gelek keç û jinên Kurdên Êzdî di destê wan hovan de ne û kes nizane li kuderê ne. Divê bê zanîn ku pêşmergeyên qehreman û şervanên Kurd pişta rêxistina DAÎŞê şikand û dinya ji belayek mezin xilas kirin.

Wek tê zanîn di wan çend salên dawîyê de li Almanyayê hinek partî, rêxistin û alî li dijî biyanîyan sîyasetek faşîst û nîjadperest dimeşînin. Ewê vê êrîşê ji xwe ra bikin hincet û li hember bîyanîyan sîyasetek hişk bimeşînin. Divê ew partî û rêxistin bizanin ku sedemên pirs û pirsgirêkên li Almanya yê ne bîyanî ne.

Bila raya giştî baş bizane ku gelê Kurd aştîxwaz in û her tim li hember hemu  tund û tûjîyê buye.

Yekitiya Komeleyên Kurdistan Komkar-Almanya

29.08.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin