Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em Êêrîşa li Bajarê Manheîmê li Ddijî Polîsekî Şermezar Dikin

Roja Înê 31ê Gulana 2024an li bajarê Manheim ê Almanyayê di mîtînga Tevgera Dijî Îslamê ya Pax (Paks) Europa de li meydaneke bajarê Manheimê yê Almanyayê, piştî ku kesekî îslamî yê radîkal êrişî xelkê xwenîşanderê kir.

Polîsan destwerdan kir ji bo rêgirtina li êrişê. Ciwanê îslamî yê radîkal mudaxele kir û bi kêrê êrîşî polîs kir û polîsek jî bi giranî birîndar bû. Polîsê birîndar tevî hemû mudaxeleyên ekîbên tenduristiyê nekarî rizgar bibe û jiyana xwe ji dest da.

Vê bûyera bi êş û xemgîn em kurdan jî wek her kesî pir xemgîn kir. Weke Yekîtiya Komelên Kurdistanê-KOMKAR, em bi xemginiyeke mezin ji ber mirina polîsê ku bi kêrê ji aliyê êrîşkarekî îslamîstên radîkal ve hatibû birîndarkirin, xemgîn in û kuştina polîs di erîşa li manheimê şermezar dikin

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Almanyayê re, bi taybetî jî ji malbata polîsê ku di vê bûyera trajîk de jiyana xwe ji dest da, dixwazin.

KOMKAR-Yekîtiya Komelên Kurdistanê

4 Hezîran 2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin