Hunermendê Kurd ê navdar Mikail Arslan li ser rûpela xwe gotarek bi navê Serdana Duhokê weşand. Min jî ew gotar bi kêfxweşî xwend û li ser rûpela xwe parve kir. Mîkaîl Aslan piştî Festîvala Govendê ya Duhokê, ku wek hunermend beşdar bû, çavdêrî û ramanên xwe yên li ser festîvalê û başûrê Kurdistanê bi gotarekê anî zimên.
Bekir Topgider.
Hunermendê Kurd ê navdar Mikail Arslan li ser rûpela xwe gotarek bi navê Serdana Duhokê weşand. Min jî ew gotar bi kêfxweşî xwend û li ser rûpela xwe parve kir. Mîkaîl Aslan piştî Festîvala Govendê ya Duhokê, ku wek hunermend beşdar bû, çavdêrî û ramanên xwe yên li ser festîvalê û başûrê Kurdistanê bi gotarekê anî zimên.
Hin hest û ramanên ku Mîkaîl Aslan di gotara xwe de anî zimên, bû sedem ku ez vê gotarê binivîsim. Hunermend ji ber tiştên ku dîtiye û ji ber vegotina wî ya li ser lêborîn û helwesta pêşmerge ji kêfxweşîyê kelegirî bûye, ev yek mirov hem şanaz û hem jî kêfxweş dike.
Em Kurd her tim bûne gelê ku di hemû jiyana xwe de li ber xem û êşan giriyane. Loma jî giryana ji şahiyê ji me re tiştekî xerîb xuya dike.
Em nizanin ji ber şahiyê bigirîn, ji ber yên ku serweriya erdnîgariya em lê dijîn dikin, qebûl nakin ku gelê Kurd ji bilî êş û xemê tiştekî din bibîne û şadîyê jî ji me re zêde dibînin.
Kurd û Kurdistan gel û erdnîgariyek e ku bi sedsalan di bin êş, xem, qedexe û zulmê de ye. Gelê ku welatê wî bi darê zorê hatiye dagîrkirin, hemû nirxên wî yên netewî hatine qedexekirin û nikare bi azadî bi zimanê xwe jî biaxive, gelo dikare ji ber şanazîyê bigirî? Sedema ku hunermendê me Mîkaîl Aslan ji bo azadîya parçeyek ji welatê me bi kêf û şahî bigirî, encama hestên wî yên azadîyê ye.
Rizgarkirina parçeyekî welatê we hestek wisa dide te ku bi rastî jî vegotina wê zehmet e. Mirov tenê bi şahîya xwe dikare bigirî.
Gelê Kurd gelê tî û birçîyê azadîyê ye. Bê şik, zû yan dereng, parçeyên din ên Kurdistanê jî wê bigihên azadîya xwe û wê roj bê ku hêstirên êş û xemê cîhê xwe ji hêstirên şahîyê re bihêlin.
Divê em wek gel nebin wek dijminên xwe. Divê her civak, kom û her bawerîyên ku li ser xaka Kurdistanê dijîn azad bin û neyên perçiqandin. Divê tu dayik negirîn û ji ber zilm û zordariyê hêstirên şahîyê li erdnîgariya me serdest bin.
Di dirêjahiya dîrokê de çavê Kurdan li axa gelên din nebûye. Gelê Kurd tenê ew gel e ku li hember wan kesên ku axa bav û kalan dagîr kirine li ber xwe daye û têkoşiyaye. Heta niha tu kesî axa xwe parçe nekiriye, berovajî vê yekê, welatê Kurdan bi darê zorê û bi xwînê hatiye parçekirin. Ji ber ku ez nivîsê kurt û bi dawî dikim, ji bo gotara wî ya xweş û hestiyar ez spasiya birêz Mikail Aslan dikim. Û ez hêvîdar im ku hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên din jî dema ku serdana Başûrê Kurdistanê bikin, hestên xweş ên ku Mikail Aslan di gotara xwe de anîye zimên, pêşkêşî me bikin.