Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Di 45´mîn Salvegera Komkarê de, Çend Gotin li Ser Kar û Xebatên KOMKAR´ê,

Wek tê dizaninin gelek kurd  ji ber sedemên curbecur, mecbûr man û hatin hatine Ewrûpayê .Yên ku 40-50 sal berê hatin Ewrûpayê, îro zarokên wan bûnin 40-45 salî. Êdî em bûnin beşek ji civata Ewrûpayê.  Lê her çend  em bûbin beşek ji civata Ewrûpayê jî, rîçên me, bîr û hizrên me û dilê me li Kurdistanê ye. Her bêyerên ku li welatê me  diqewime, me ji nêz ve  elaqeder dike.

Kovan Amedî

Wek tê dizaninin gelek kurd  ji ber sedemên curbecur, mecbûr man û hatin hatine Ewrûpayê .Yên ku 40-50 sal berê hatin Ewrûpayê, îro zarokên wan bûnin 40-45 salî. Êdî em bûnin beşek ji civata Ewrûpayê.  Lê her çend  em bûbin beşek ji civata Ewrûpayê jî, rîçên me, bîr û hizrên me û dilê me li Kurdistanê ye. Her bêyerên ku li welatê me  diqewime, me ji nêz ve  elaqeder dike.

Kurd, bi ziman, bi çand, bi folkor û dîroka xwe ve, yek ji wan kevntirîn milletê heremê ye. Welatê me Kurdistan ku beşekî mezopotamya`yê digrê nav xwe, bûye cîh û warê  gelek medenîyetan. Îro nêzî 30 milyon Kurd li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê dijîn. Lê ji hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk bê par e. Mafê mafê zimanê dayikê ku yek ji wan mefên bingehîn ya mafê mirova ye, lê ev mafa li Tirkiyê ji bo Kurdan Tuneye.

Lewra, ji bo ku Kurd li derveyê welat bikarin ji bo gelê Kurdistan bibin pişt û pal, Kurdan di sala 1976`an de li Emanyayê çend Komeleyên Karkerên Kurdistanê damezradin.  Piştî zêdebûna penaberên Kurd li Elmayayê, hejmara Komeleyan jî zêde bûn û gîhişte 20´an. Di sala 1979´an de li bajarê Frankfurtê nûnerên 20 komeleyan hatin cem hev û Federasyona Komeleyên Karkerên Kurdistan- KOMKAR`ê avakirin. Îro li hemû welatên Ewrûpayê Komeleyên KOMKAR`ê henin. Ji bo ku xebatên KOMKAR`an li Ewrûpayê hîn baştir bên koordînekirin. Di roja 17.10. 2009´an de,  nûnerên Komkar`an li welatên Ewrûpayê hatin cem hev û Konferderasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpayê -KOMKAR.eu yê ava kirin.

KOMKAR.eu yê, çar karê bingehîn û esasî daye ber xwe.

Yek ji wan pirs û pirsgirekên  koçberên Kurdên derveyê welat e, ya duwem  pêşvebirina ziman, çand û folkora Kurdî ye, ya seyem jî piştgirîya tevgera azadîxwaza gelê Kurd li hindurê welat, ya çarem peydakirina dost û heval ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê li dîasporayê. Ku zulum û zordestîya ku li ser gelê me tê kirinê, bê deng nemîne û li derveyê walat kiryarên kirêt ya dijminê gelê Kurd teşîr bike.

Ev çar xalên xebatê ji bo KOMKARê  gelek girîng`in.

Belê, Komkar li Ewrûpayê 45 sale ku xizmeta gelê Kurd dike.  Di karê komelayetiyê 45 sal ne hindik e û lewra KOMKAR, di jiyana kurdên Ewrûpayê de cîhekî girîng girtiye.

Komkar, ne tenê, ji bo mafên kurdên bakur kar kirîye. Erkên KOMKARê li hember zulum û zordariya dewletên dagîrker bê deng nemîne û piştgirîya xebata azadîxwaz a li Kurdistanê bike.

Di vî warî de tu ferq û cudatîyê nexist navbeyana kurdan. Car bûye dengê kurdên rojhilat, car jî li ber derê Parlantoyên Ewrûpayê dengê kurdên başûr, car jî bûye pişt û pal ji bo kurdên Rojava. Car jî li hember rejîma xwîrij a Îran bûye dengê Kurdên Rojhilat. Îro jî weha ye. Komkar, li gor aktuelbûn û girîngîya bûyeran xwe ji bo xebatê mobîlîze dikin. Şîara Komkarê her tim azadîya Kurdistanê ye. Îcar çi bakur, çi başûr, çi jî rojhhilat dibe, Qibla wî her tim ber bi welat bûye.

Li Kurdistana Başûr, gelê Kurd, piştî dehan salan tekoşîn û bi deh hazaran şehîdan ve gihişt azadiya xwe û destkeftyiyên hêja û giranbuha bidest xistin. Lê xetera li ser Kurdistana Başûr hê jî xelas nebûye. Dijminê Kurdan her tim li firsendê digerin, ku tedaxulê Başûrê Kurdistanê bikin.

KOMKAR´ê,  li ewrûpayê ji bo berjevendiyên Herama Kurdistana Başûr, ji bo paratsin pêşvebirina deskeftiyan, bi hemû îmkan mecalên xwe piştgiriyê kir û di piştgiriya xwe de her berdewam e.

KOMKAR , qîmetek mezin didin xebatên li ser ziman, çand û folklora kurdî. Loma jî, ji sala 1980`vir da dest bi çapkirina kovar pirtûkên kurdî kiriye. Pirtûkên gelek nivîskar û şaîrên kurd yên bi nav û deng wek; Ehmedê Xanî, Ereb Şemo, Feqiyê Teyran, Hecîyê Cindî, Cegerxwîn, Kemal Burkay, Qanatê Kurdo, Lazeref, Eskerê Boyik, M.Emîn Bozarslan Yilmaz Çamlibel û gelekên din hatin çapkirin.

Heta niha, ji 80`î zêdetir kitêbên kurdî wek; Dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê, gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, şiêr, pîyes û hwd. hatine weşandin. Xizmetên ku KOMKAR`ê li dervayî welat, pêşkêşî ziman û çanda kurdî kirîye, îro êdî bi xurtî xwe gîhandiye hundurê welat. Îro li hundir û derveyê welat, bi dehan rojname û kovarên ku bi kurdî tên weşandin hene. Dikarim bêjim ku di vê pêşketinê da, KOMKAR`ê  roleke baş û berbiçav listîye.

Komkarê, ji bo danasandina kurdan û pirsa kurdî, ji bo çêkirina dostan û avakirina lobîya kurdî jî kar û xebatê gelek hêja kirîye. KOMKARê li hember zilm û zordestîya dijmin li ser gelê me li Kurdistanê, di nav 45 salan de, bi civîn, meş, konferans, bi grevên birçîtîyê û peyvendîyên bi partîyên siyasî û rêxistinên sivîl yê Ewrûpayê re, bi kar û xebatên lobîyê ve, xwe kir dengê gelê Kurd û di vî warî de jî rolekî taybet lîstiye. 

KOMKAR girîngîyek mezin daye xebatên Ewrûpayê. Li Ewrûpayê ji bo Civateka Piralî û Firekulturî.  Xebata entegrasyonê. Pirsên civata Kurd li Ewrûpayê. Xebata ziman, folkor, xebata kultur û nasnameya Kurdî. Xebata ji bo pirsên kêmendamên Kurd. Xebata ji bo pirsên Salmezinên Kurd li Ewrûpayê. Xebata dijî cudayetî û raşîzmê. Xebat li dijî şîddetê û bikaranîna maddeyên narkotîkê. Nakoyiyên nava nifşan. Pirsa jin û Ciwanên Kurd li Ewrûpayê, Piştgiriya doza azadiya gelê Kurd, ji bo KOMKAR`ê ne nabe! Elbet ji bo van her xelana plan û bernameyek taybet divê.

Di xebata civatek piralî û firekulturî de, wek tê zanîn, ku di çarçeweya mafên mirovan, parastin û pêşvebirina ziman û çandên cuda ji bo civateke piralî, pirzimanî û firekuturî bingeheke pêwîste. Divê em hemû hêjayîyên navnetewî yên di warê mafên mirovî de û wan hêjayiyan ji bo xebatên xwe, wek bingeheke demokrasiyê bihesibînin. Xebatekî rêk û pêk û bi pîlan bimeşînin.

KOMKAR, girîgîyek mezin daye hevkariya dezgehên demokratîk yên Kurdan li Ewrûpayê. Li Ewrûpayê gelek pirs û pirgirêkên me yê muşterek wek; Ziman û nasnameya Kurdî, xebata dijî cudayetî û raşîzmê, Xebat li dijî şîddetê û bikaranîna maddeyên narkotîkê.

KOMKAR, girîngîyek mezin dide hevkarî û yekitiya rêxistinên demokratîk û sivîl ya Kurdistanî li dîasporayê. Her ji ber vê yekê ye ku Komkar yek ji wan rêxistinên esasî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye.

Min xwest bi kurtî be jî raya xwe li ser kar û xebatên Komkar`ê ji we re pêşkeş bikim. Kar û xebatên baş, hêjayî pezindanê ye. Lê divê em kêmanîyan jî bînin ser ziman.

Li gor raya min Komkar jî têda dem û dezgehên me yên demokratîk, di warê mijûlbûna bi pirsgirêkên civakî de qels`in. Ev qelsîya hîn jî dom dike. Divê, xebatên civakî yên wek pirsa entegrasyonê, pirsa jinan, pirsa xortan, pirsa zarokan, pirs û pirsgirêkên malbatî û di xebata dijî tund û tûjî yê xwe hîn baştir bikin.  Her usa divê di hemû komeleyên Komkar´an de dersên zimanê kurdî komên musîk û folklora kurdî wek berê her berdewam be….

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin