Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Delegasyona Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi xebatkarên Senator Tena Smith re hevdîtin kir

Roja pênçşem 06.03.2025, şandeke Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku ji birêz Kurd berpirsê ofîsa Peywendiyan û Jehan Brifki Rawêjkarê Karûbarên Konfederasyonê li Amerîka û Kanadayê pêk hatibû, li gel Samantha Marcy Şêwirmenda Bilind a Siyaseta Ewlekariya Netewî civiya.

Di civînê de behsa rola diyasporaya Kurdî û asta peywendiyên Amerîka û Kurdistanê hate kirin. Her wiha pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û rewşa dûr a siyaseta Amerîkayê di vî warî de û giringiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê li Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan kêfxweşiya xwe nîşan dan û hevdeng bûn ku ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de bi hev re kar bikin û di vê çarçoveyê de çend proje û pêşniyar hatin gotûbêjkirin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin