Ehmed ciwanekî Kurd û çeleng, bejna wî dirêj û temenê xwe 26 salî bû. Min û wî hevdu di hepsa Sincanê li Enqerê nas kir. Ehmed ji bajarê Kobanî bû, wexta li Sûrîyê şerê navxweyî derketibû ew û malbata xwe neçar mane bi dizi hatine bakurê Kurdistanê û piştra jî serî li penaberîyê dixin û tên li bajarê Enqerê dijîn.
Bekir Topgider
Ehmed ciwanekî Kurd û çeleng, bejna wî dirêj û temenê xwe 26 salî bû. Min û wî hevdu di hepsa Sincanê li Enqerê nas kir. Ehmed ji bajarê Kobanî bû, wexta li Sûrîyê şerê navxweyî derketibû ew û malbata xwe neçar mane bi dizi hatine bakurê Kurdistanê û piştra jî serî li penaberîyê dixin û tên li bajarê Enqerê dijîn.
Ehmed ji bo ku îdara malbata xwe bike ji xwe ra kar dibîne û karê wî jî di nav zevîyan da gîzer rakirin û komkirin e. Xalê Ehmed li rojava di nav rêxistinekê da kar dike. Ehmed bi xalê xwe ra wêneyek kişandiye û di medya civakî da parve kiriye. Ev wêne wek sûc hatiye dîtin û ji ber wê hatiye girtin û di zindana Sincan a Enqerê de dima. Ehmed pir qise ne dikir û hertim bêdeng bû. Min rojekê jê ra got „Ehmed tu çima ewqas bêdeng î û qise naki? Heger tu her tim bêdeng bî jîyan li vir nameşe û wext jî derbas nabe“.
Ehmed ji minra got, „xalo ez dixwazim biaxivim lê emrê te ji min mezintir e û ji ber wê ez naxwazim pir biaxivim û fedî dikim“.
Ez kenîyam û min jê ra got, „Ehmed ji bo ku wext derbas bibe û em hinekî bikenin tu dixwazî çi qise bikî bike“.
Ehmed piştî wê axaftina min got, „baş e ezê qise bikim, lê ez dixwazim meseleyekê li ser xoceyekî bêjim lê tê da hinek tiştên muhtehcen jî hene“.
Wexta Ehmed ew tişt ji min ra got, min jî jê ra got „çi tişt dibe bila bibe bes tu qise bike“.
Ehmed dest pê kir got:
„Li gundekî xoceyek hebû navê wî jî Silho bû. Silho xoceyê mizgeftê bû. Li wî gundê ku Silho dimîne merivek hebû navê wî jî Diro bû. Xanima Diro pir bedew û rindik bû û Silho çav berdaye jina Diro. Silho dibê ezê çawa bikim ku wê jina rindik û bedew ji destê Diro bigrim.
Di serê xwe da planan çêdike û dibê ezê tiştekî wer bînim serê Diro û jina wî ji wî berdim.
Xoceyê gund Silho mêze dike Diro her roj misîn di dest da diçe pişt malan û li wê mîz dike û tê.
Rojekê xoceyê gund Silho wexta Diro dîsa misîn di dest da diçe ku mîza xwe bike, ew jî diçe cem Diro û jê ra dibêje tu li hember qibleyê mîz dikî û jina te hat berdan.
Gundîyê belangaz Diro dibê naxwe ez çi bikim û ji xoceyê gund Silho dipirse. Silho dibê gerek tu jina xwe bidî xoceyeki herî nêzikî xwe û çend rojan jina te li cem xoce bimîne, piştî çend rojan xoce jina te berde û tu cardin jina xwe li xwe mehr bikî.
Diroyê belangaz dibê wê demê baş e Silho, xoceyê herî nêzik tuyî. Diro dibê Silho here jina min li mal e, bigre û bibe mala xwe.
Silho bi lez û bez diçe mala Diro û jina wî digre û diçe.
Sê roj derbas dibin Diroyê belangaz diçe mala Silho dibê te got sê roj şûn de ezê jina te berdim, de berde û mehra me bike, ez jina xwe bibim mal.
Silho jina Diro bernade û bi hevra dimînin. Vê carê Diro dibê ezê jî Silho bişopînim û wexta Silho çû mîza xwe kir ezê ji jê ra bibêm jina te ji te hat berdan û jina xwe bînim mal.
Diro xoce Silho dişopîne, wexta Silho diçe mîz dike Diro dibê jina te ji te hat berdan. Silho dibê rast e min mîz dikir lê berî mîzkirinê min berê kî….xwe dabû aliyê din. Xoce Silho dîsa Diro xapand û jina Diro di destê Silho da ma”.
Têbinî: Ehmed ji min re gotibû ku divê tu vê serpêhatîyê binivîsî ji bo ku ji bîr nebe. Min jî ji ber wê ev serpêhatî nivîsî.