Bi pêwana hatina Cejna Êzîd, ku cejneke Olî a gelekî pîroz e li cem Civaka Êzîdî, em vê cejnê ji dil û can li hemû Êzîdîyên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin.
Cejna Êzîd her sal di meha Kanûnê de tê pîroz kirin. Îsal jî dikevê roja 15.Kanûnê.
Li gor bawerîya Ola Êzdîyetiyê gelek navên Xwedê hene. Wek nîmûne navên weke “Êzî”, “Êzîd”, Ezda, Xweda, Êzdan, Padşa û hwd. hin ji navên Xwedê ne, ku li cem Êzîdîyan têne bikaranîn. Ango bi gotineke din Civaka Êzîdî vê Cejna Êzîd ji bo ku Xwedê tim li bîra xwe bînin çêdikin. Ev cejin jî piştî girtina 9 roj rojî tê pîroz kirin (3 roj ji bo Şêşims, 3 roj ji bo Xwedanan û 3 roj jî ji bo Êzîd).
Herwekî din jî Êzîdî bawermendên Xwedê ne, ango Xwedênasin, û tim û daîm diha (duwa) û îbadetên xwe bi zimanê dayîka xwe, bi zimanê şêrîn û pîroz ê kurdî dikin û bi zimanê xwe Xwedê li bîra xwe tînin.
Hêvîdarin ku ev cejin bibê cihê aşîtî û aramîyê ji bo hemû Civaka Êzîdî û ji bo tevaye û Kurdistanê.
Herweha jî hêvîya me ew e ku hemû koçberên Êzîdî ên di kampên pênaberan de jîyana xwe derbas dikin di zûtirîn wext de bikaribin vegerin ser cîh û warên xwe û jîyana xwe di nava aramîyê de derbas bikin.
Em dubare Cejna Êzîd li we teva pîroz dikin. Her sal bi xêr û xweşî pîroz bikin.
15.12.2023
KOMKAR-Almanya