Boksorê Kurd Agît Kabayel li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, di pêşbaziya boksê ya sikleta giran a cîhanê de bû şampiyonê demkî yê WBCyê.
Hewlêr (Rûdaw) – Boksorê Kurd Agît Kabayel li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, di pêşbaziya boksê ya sikleta giran a cîhanê de bû şampiyonê demkî yê WBCyê.
Li Riyadê pêşbaziya boksê ya sîkleta giran a cîhanê ya WBCyê hat lidarxistin.
Boksorê Kurd yê ji Mereşa Bakurê Kurdistanê Agît Kabayel jî li ser navê Almanyayê beşdarî pêşbaziyê bû.
Di pêşbaziyê de Agît Kabayel û boksorê Çînî Zhilei Zhang hatin pêşberî hev.
Her du boksorên di 5 raûndên ewil de performanseke baş nîşan da.
Bi taybetî di raûnda 5emîn de Zhang bi kulmên xwe yên bihêz zehmetî da Kabayel.
Lê Kabayel di raûnda 6emîn de bi kulmeke bihêz li kezeba Zhang xist û ew li erdê dirêj kir û bi nakawtê bû şampiyonê demkî yê WBCyê
Agît Kabayel kî ye?
Agit Kabayel 23ê Îlona 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayik bûye.
Malbata wî ji navçeya Bazarcixê ya Mereşê koçî Almanyayê kiriye.
Wî sala 2011an dest bi boksa profesyonel kir û di navbera salên 2017-2019an de gelek serkeftin bi dest xistin, di nav wan de şampiyona sêkleta giran a Ewropayê jî heye.
Kabayel ku bilindahiya wî 1,91 metre ye û dirêjahiya destên wî 203 santîmetre ye, di 26 pêşbaziyên xwe yên profesyonel de 26 caran bi ser ketiye û 18 ji wan bi nakawtê bi dawî kiriye.
Bi vê serkeftinê Kabayel cihê xwe di qada sîkleta giran a cîhanê de xurttir kir û gaveke din ber bi şampiyona cîhanê ya WBCyê ve avêt.