Di dîroka gelê Kurd de serhildana 1925 (Serhildana Şêx Saîd ) cihekî grîng digre. Gelê me li Bakurê Kurdistanê bi pêşengîya Şêx Saîd ji bo daxwazên netewî û rizgarkirina welêt li hember dagirkerî ya rejîma Tirk a Kemalist serî hilda.
têketin
têketin
Passwordîfreya xwe sax bikin.
Dê şîfreyek bi e-nameyê ji we re were şandin.
BÎRANÎN
29 Hizîranê 99. emin salroja îdamkirina Şêx Saîd û 47 hevalên wî ne.
Di dîroka gelê Kurd de serhildana 1925 (Serhildana Şêx Saîd ) cihekî grîng digre. Gelê me li Bakurê Kurdistanê bi pêşengîya Şêx Saîd ji bo daxwazên netewî û rizgarkirina welêt li hember dagirkerî ya rejîma Tirk a Kemalist serî hilda. Berî ku serhildan dest pê bike, develata dagîrker a Tirk pê hesîya û bi prokavasyonekê dest bi êrîşê kir, li dijî gelê Kurd komkujîyek nedîtî pêk ani û serokê serdildanê Şêx Saîd û 47 hevalên wî ji teref devleta Tirk ve hatin girtin.
Dewleta Tirk, bi darizandinek xapînok biryara îdamkirinê da Şêx Saîd û 47 kadroyên serhildanê. Dewleta dagîrker a Tirk di 29 Hezîrana 1925an da Şêx Saîd û 47 kadroyên serhildanê li Amadê îdam kirin. Ev roj ji bo gelê Kurd rojek reş û xemgînîyek mezin e.
Em wek rêveberîya Komkarê û bi navê hemû endam û alîgirên xwe vê komkujîya dewleta dagîrker a Tirk bi tundî şermezar dikin. Serokê serhildanê Şêx Saîd û 47 hevalên wî bi rêz û bi hurmet bi bîr tînin.
Rihê cangorîyên serhildana 1925an şad, cîyê wan bihuşt be. Gelê me wê tu caran wan ji bîr neke û ewê her tim di tekoşîna gelê me da bijîn.
Rêvebirîya Giştî a
KOMKAR/Alman ya.
Komkar.eu
366 Hemî Peyam