Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Bayram Bozyel: Li Parlamentoya Swêd Bû Mêvanê Sosyaldemokratan

Di roja 19.09. 2024´an de, serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyal û cîgrê wî Selva Baksî hevdîtinek bi Partiya Sosyaldemokratan ji Komîteya Karûbarên Derve – Morgan Johansson re pêk anî

Di roja 19.09. 2024´an de, serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyal û cîgrê wî Selva Baksî hevdîtinek bi Partiya Sosyaldemokratan ji Komîteya Karûbarên Derve – Morgan Johansson re pêk anî.

Bozyel û heyeta wî, ji sekreteriyeta Karûbarên derve ya partiyê Anita Bergqvist û berpirsê Komîteya Karûbarên Derve Morgan Johasson ve bi germî hete pêşîvazîkirin.

Bozyel,di hevdîtina xwe ya bi Sosyaldemokratan re, li ser rewşa Tirkiyê, rewşa siyasî, aborî û civakî sekî. Bi taybetî ji li ser siyaseta hukumeta Tirkiyê ya li ser dijminatiya Kurdan û bi giştî ji li ser binpêkirina maf û azadiyên mirovî li Tirkîyê axivî. Li ser vekirina doza girtinê li dijî PSK´ê û partiyên din yên Kurdistanî agahdarî da ku ev rewşa astengîyek mezine li ber kar û xebatên Partiyê. Bozyel her usa bal kişan ser bê dengîya rya giştî ya demokrat û aşîtîxwazên Cîhanî, li hember zulm û dagîrkeriya rejîma Tirkiyê.

Morgan Johansson, dûbare bi xêrhatina Bayram Bozyel kir û dilxweşîya xwe bi hevdîtina wî re nîşan da û got. ” Em rewşa Tirkiyê û bi taybetî jî rewşa kurdan ji nêz ve dişopînin.” Berê ku wezîra derva ya Swêd, Maria Malmer Stenergard bi Tirkiyê re hevdîtin pêk bîne adxwaz jê kiriyê ku îşaret bi Maf û azadiyên mirovî û bi taybatî jîli binpêkirina maf û azadiyên kurdan kiriyê.

Morgan, bal kişand ser bêdengiya Swêdê ya di pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATO´yê de û pêvîstiya şikandina vê bêdengî anî ziman.

Di dawiyê de xurtkirin û berdewamiya têkiliyên her du partiyan û pêvîstiya  hevkariya partiyên Sosyaldemokratan ya Navdewletî hate behskirin.

 

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin