Werin em wek her sal, îsal jî, bi hev ra, mil bi mil bikevin dîlana Newrozê, agirê geş û gur ê Newroza ku nîşana Azadiyê ye, vêxin. Her wekî hûn jî dizanin, dagîrkerên Kurdistanê nikarîbûn vî agirî vemirînin û wê îro jî nikaribin vemirînin û berxwedana azadîya Kurdistanê têk bibin.
Gelê me yê hêja,
Kurdên penaber û derwayî welat,
Xwişk û birayên welatperwer,
Dost û alîgirên azadîya Kurdistanê.
Werin em wek her sal, îsal jî, bi hev ra, mil bi mil bikevin dîlana Newrozê, agirê geş û gur ê Newroza ku nîşana Azadiyê ye, vêxin. Her wekî hûn jî dizanin, dagîrkerên Kurdistanê nikarîbûn vî agirî vemirînin û wê îro jî nikaribin vemirînin û berxwedana azadîya Kurdistanê têk bibin. Newroza îsal mizgînîya şikandina desthelatîya dewleta nijadperest a BAAS a Surîyê daye me Kurdan. Ew fersendeke dîrokî ye! Asoya Rojavayê Kurdistanê ronî ye û dîlana Newroza Rojavayê Kurdistanê geş û gur e. Loma jî me Newroza xwe ya îsal li bin dirûşma “yêkrêziya hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, serketina doza azadîyê ye” pîroz bikin.
Kurdên dilsoz, Dostên doza Kurdistanê,
Em wek Yekitîya Komelên Kurdistan KOMKAR, ji ber vê hilkevtinê, carek din jî hêvîxwaz in ku hêzên Rojavayê Kurdistanê bilezînin, yêkrêzîya xwe desteber bikin, bi hevra xebat bikin da ku bikaribin ji vê delîva hilkevtî bi dest tijî derkevin, mafên xweyên netewî û mirovahî desteber bikin.
Hevalên Tekoşer,
Em wek KOMKAR Newroza xwe ya îsalî, bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî re, li bajarê Kolnê, pîroz bikin!
-Werin em bi hevra Agirê Newrozê geş û gurtir, dîlana berxwedanê germtir bikin!.
-Piştgirîya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bikin!
-Werin em bi hevra Newroza xwe pîroz bikin!
-Hemû rojên we Newroz be! Newroza we pîroz be!
Roj: 22ê Adarê 2025, saet: 12:00
1 Adarê 2025.
Navnîşan: Deutzer Werft-Köln.
KOMKAR:Navnîşan:Olpener str 143, 51103 Koln. Mail: komkarnavend@hotmail.com