Pênc Rêxiztinên Demokratîk yên Kurdistanî li Almanya, bangawaziyek ji Partiyên Rojavayê Kurdistanê re belav kir
Rêzdarên berpirs ên Partîyên Rojavayê Kurdistanê
Di 8 vê mehê de rejîma dîktator û xwînxar ya BAAS li Sûrîyê hat rûxandin û Serokê Sûrîyê Beşar Esad ji Sûrîyê revîya Rûsyayê.
Ew yek ji bo gelên Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê despêka serdemek nû ye. Gelê Kurd ji sed salî zêdetir e ku bindest e û li Sûrîyê parçeyek ji axa Kurdistanê hatiye dagîrkirin. Di vê sedsalê de û tu heq û hiqûqên netewî ji gelê Kurd re nehatiye dan, rayedarên Sûrîyê ji zilm û zordarîyê pê ve li Kurdan nekiriye. Di Sûrîyê de ji kujtin, zilm, zîndankirin û koçberîyê pê ve tiştek nebûye para Kurdan.
Bi tekçûna rejîma Baas, ji bo gelên Sûrîyê pêvajo û derfetek nû derketiye holê. Bi taybet ji Kurdên Rojava re derfetek wisa derketiye holê ku sedsalan carekê tê yan nayê. Di vê pêvajoya nû da fersetek zerîn û dîrokî derketiye holê ku Kurd karibin li Rojavayê Kurdistanê destkeftîyên mezin bi dest bixin û bibin xwedîyê statuyekê.
Em dizanin ku hin nakokî û pirsgirêk di navbera partîyên Rojava da hene û bi salan e ew pirsgirêk berdewam in. Em bangî hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku di vê pêvajo û derfeta nû de pirs û nakokîyên xwe deynin alîyekî, di nav xwe da rûpelekî nû vekin, li hember hev bi tolerans bin, di nav xwe da yekîtîyekê ava bikin û bi yek daxwaz û nûneratî li Şamê û li hemu civînên navnetewî nûnertîya miletê Kurd bikin.
Bijî Kurd û Kurdstan..
-Komkar-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya
-Platformên Kurdên li Hamburg
-Revanda Kurdistan li Navenda Almanya.
-Platforma Hevkarî ya Kurdên Bremen.
Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya.
18.12.2024